Şerê li Îranê bandor li bazarên Herêma Kurdistanê kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Karkerek / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Karkerek / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê Şer Îran Amerîka Îsraîl Aborî Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hisênê 23 salî bavê 2 zarokan e û niha hêviyên xwe li ser peyarêyekê kom kirine. Ew li bendê ye ku kesek ji bo karekî rojane bangî wî bike.

Hisên dibêje ew berê bi meaşê 600 hezar dînarên Îraqî wekî paşayan dijiya lê niha agirê aloziyên herêmê debara wî kêm kiriye.

Hisên Ehmedê ku berê karker bûye, li ser rewşa jiyana xwe wiha axivî:

"Ji me re gotin herin malê, yek ji wan ez bûm.

Ez li şirketeke dixebitîm û min mehane 600 hezar dînarên Îraqî distandin.

Ez wekî paşayan dijiyam lê niha jiyana min gelekî xirab e.

Heger ez karekî nekim jî divê ez rojane 10 hezar dînarî ji bo kirêya xaniyê xwe deynim aliyekî.

Kareba, av, jenerator û gaz?"

Bêdengiya nav kargehan çîroka bazareke westiyayî vedibêje.

Berê dengê amûran û qerebalixiya kiryaran li wan cihan qut nedibû lê niha piraniya amûran hatine vemirandin û nîvê karkeran jî ji kar hatine derxistin.

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê bandoreke rasterast li bazar û xebata li Herêma Kurdistanê kiriye.

Wekî mînak kargeheke hesingeriyê ku sê şaxên wê hene, şaxeke xwe girtiye û li şaxekê jî ji 12 karmendan, 6 jê ji kar derxistine.

Xwediyên wan dibêjin, heger rewş bi vî rengî bidome, ew dê neçar bimînin ku vê şaxê jî bigirin.

"Kar bi giştî rawestiyaye"

Serperiştyarê kargeha hesingeriyê Azad Osman anî ziman:

"Ji 28ê meha duyem ve ku 50 roj in şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Îranê heye, roj bi roj kar xirabtir bûye.

Wekî ku hûn dibînin 8 amûrên me hene û em tenê duyan ji wan bi kar tînin.

Ew karê ku em niha dikin jî ya beriya şer e û em temam dikin, niha kar bi giştî rawestiyaye."

Piraniya van kargehan keresteyên xav ji Îranê dianîn lê niha ji ber nearamiya sînoran û bilindbûna mesrefê veguhastinê, kargehên xwe yan girtine yan jî li ber girtinê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst