Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de dest danîn ser pirtûkeke kêmpeyda û dîrokî.
Ev pirtûka ku bi zimanê Îbranî ye, li ser çermê marê pîtonê bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin.
Di çarçoveya operasyonê de gumanbarekî biyanî jî hat desteserkirin.
Operasyona li dijî qaçaxçîtiyê
Li gorî zanyariyan, Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Dîlokê li dijî qaçaxçîtiya berhemên dîrokî û sextekariyê operasyonek pêk anî.
Tîman di operasyonê de tespît kir ku welatiyekî biyanî yê bi navê A.E. li Dîlokê xebatên neyasayî yên kolanê dike û hewl dide hinek berhemên dîrokî bifiroşe.
Bi awayê ruloyê hatibû parastin
Hêzên ewlehiyê piştî şopandinê gumanbar desteser kir.
Di lêgerîna li ser gumanbar û di wesayîta wî de, berhemeke dîrokî ya pir balkêş hat dîtin.
Tîman dest danî ser pirtûkeke bi dirêjiya 2 metreyan.
Ev pirtûk li ser çermê marê pîtonê bi tîpên zêrîn û bi zimanê Îbranî hatiye nivîsandin.
Ev pirtûka dîrokî di nava qutiyeke sifir a binexş û bi awayê "rulo"yê de hatibû parastin.
Radestî muzexaneyê hat kirin
Gumanbar A.E. piştî desteserkirinê ji bo girtina îfadeyê veguhastin Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgehê.
Hat ragihandin ku pirtûk ji bo lêkolînên hûrgilî radestî Birêvebiriya Muzexaneyê ya Dîlokê hatiye kirin da ku dîrok û nirxê wê yê rasteqîn werin diyarkirin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse