Li Sêrtê qezaya trafîkê: 2 kes mirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sêrt Êlih Qezaya Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, di encama lihevqelibîna otomobîlek û kamyonetekê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn

Otomobîla bi plakaya 35 CMJ 556 a ku M.E.yî (23) diajot û kamyoneta bi plakaya 34 KEH 340 a ku ajel lê barkirî bûn û M.G.yî (42) diajot, li ser rêya Sêrt - Êlihê li nêzîkî gundê Çalîduzuyê li hev qelibîn.

Ji ber lêdana dijwar, otomobîl wergeriya nav zeviyê û kamyonet jî qulibî.

Piştî xeberdayîna xelkê herêmê, tîmên tenduristiyê, AFAD, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê qezayê.

Mirî û birîndar

Tîmên tenduristiyê di kontrolên ewil de tesbît kir ku Î.M.A.yê (22) yê ku di nav otomobîlê de bû miriye.

Birîndarên din bi ambulansan sewqî nexweşxaneyên li Sêrt û Êlihê hatin kirin.

Yek ji birîndaran ê bi navê A.H.U.yê (19), tevî hemû hewldanên li Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê nehat rizgarkirin û ew jî mir.

Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya şofêrê otomobîlê M.E.yî giran e û ew li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê di bin çavdêriya bijîşkan de ye.

Ji aliyê din ve, ji ber qulibîna kamyonetê hinek ajelên ku di barê wê de bûn jî mirin. Polîs û cendirme li ser bûyerê lêkolînan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst