Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, zarokekî 8 salî ket çem û winda bû.
Li gundê Gulankê yê navçeya Şemzînanê, îro zarokê bi navê Osman Taşê 8 salî dema ku li kêleka çem dilîst, şimitî û ket nav çem û bi ber avê çû.
Piştî ku zarok ket nav avê, xelkê gund yekser dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kir.
Li ser agahdarkirina xelkê, tîmên AFAD, JAK, Şaredariya Şemzînanê, Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Şemzînanê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên ku çûn cihê bûyerê, bi alîkariya welatiyan di nav çem de dest bi xebatên lêgerînê kir.
Xebatên tîman û xelkê gund ên ji bo dîtina wî berdewam dikin lê heta niha ew zarokê 8 salî nehatiye dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse