کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Balafirgeha Kirmaşanê / Wêne: Arşîv

Balafirgeha Kirmaşanê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Geştên asmanî yên Kirmaşan û Urmiyeyê dest pê dikin

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

26-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

26-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya balafirgehên Kirmaşan û Urmiyeyê yên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku piştî rakirina sînordarkirina geştên asmanî li Îranê, dê sibe geştên ji Tehranê ber bi her du bajarên Rojhilatê Kurdistanê ve dest pê bikin.

Birêvebirê Giştî yê Balafirgeha Navneteweyî ya Kirmaşanê Mucteba Beyatî îro got, "Bi vekirina asmanê herêmên navendî û rojavayê welêt re, asmanê parêzgeyê jî dê ji geştên asmanî re were vekirin û rewş dê asayî bibe."

Mucteba Beyatî da zanîn ku geşta ewil a asmanî ya di navbera Tehran-Kirmaşan û berevajî wê de dê roja duşemê bi rêya kompanyaya Qeshm Airê pêk were.

Birêvebirê Giştî yê Balafirgeha Navneteweyî ya Kirmaşanê her wiha got, "Hemû amadekarî ji bo destpêkirina geştan temam bûne."

Li aliyê din, Birêvebirê Giştî yê Balafirgeha Navneteweyî ya Urmiyeyê Ezîm Tehmasebî jî ragihand ku dê geştên Balafirgeha Urmiyeyê sibe dest pê bikin.

Li gorî daxuyaniya Ezîm Tehmasebî, dê geştên asmanî yên di navbera Tehran-Urmiye-Tehranê de 27ê Nîsanê dest pê bikin.

Tehmasebî derbarê dema geştên Balafirgeha Urmiyeyê wiha axivî:

"Geşt dê ji aliyê kompanyaya Iran Airtourê ve werin pêkanîn.

Balafir dê saet 07:30ê sibehê ji Tehranê ber bi Urmiyeyê ve biçe û saet 09:30an jî dê geşta vegerê ji Urmiyeyê bo Tehranê pêk bîne."

Ji 28ê Sibata 2026an ve ku şerê 40 rojî yê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê dest pê kiribû, ji ber şer geştên asmanî yên hemû balafirgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibûn rawestandin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên