Zanyariyên nû li ser dosyeya Lahûr Şêx Cengî: Belge gihîştin dadgehê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Lahûr Şêx Cengî Silêmanî Şerê Lalezarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dosyeya Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî îro ji bo lêkolînê gihîşt 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Silêmaniyê.

Lê belê dadwerên dosyeyê hîn ti biryar li ser nedaye.

Qadir Axa Mentikê ku yek ji parêzerên girtiyên Lalezarê ye, Rûdawê re şitexilî.

Parêzerê dozê got, "Dosyeya Kak Lahûr û girtiyên din gihîşt dadwerên 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Silêmaniyê lê belê wan hîn biryarek li ser nedaye."

Qadir Axa Mentik da zanîn ku dadwer niha mijûlî xwendina kaxez û belgeyan e. Tê çaverêkirin ku di nava vê hefteyê de çarenivîsa dozê were diyarkirin.

Daxuyaniya Lahûr Şêx Cengî û greva birçîbûnê

Lahûr Şêx Cengî 19ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kiribû.

Parêzerê Lahûr Şêx Cengî gotibû, "Ev 8 meh in, dûrî hemû kevneşopiyên dezgehî û yasayî em bi neheqî hatine zindanîkirin."

Şêx Cengî di peyama xwe ya ji zindanê de îdîa kiribû ku zextên Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser dadgeh û dezgehan hene.

Wî diyar kiribû ku ev zext rê li ber çûna dosyeyê ya ji bo Dadgeha Temyîzê digirin.

Ji ber vê yekê Lahûr û birayê wî Polad Şêx Cengî dest bi greva birçîbûnê kiribû. Lê belê piştî sê rojan, gava soz hat dayîn ku dê li ser dosyeyê bixebitin, wan greva xwe bi dawî kir.

Rewşa girtiyên Lalezarê

Piraniya kesên ku di bûyera Lalezarê de hatibûn girtin heta niha hatine berdan.

Grûpa herî dawî ku ji 10 kesan pêk dihat, roja çarşemê 10ê Nîsanê hatin berdan.

Parêzer Qadir Axa Mentik diyar kir ku niha ji xeynî Lahûr Şêx Cengî, 18 girtiyên din ên Lalezarê hîn di zindanê de ne.

Bûyera Hotela Lalezarê

Şeva 22yê Tebaxa 2025an, hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ku ji Dijî Teror, Asayîş û Komando pêk dihatin, Hotala Lalezarê dorpêç kiribû.

Lahûr Şêx Cengî û hinek berpirsên partiya wî û nobedarên wî li wê derê bûn.

Piştî ku wî red kir xwe radest bike, hêzên ewlehiyê êrişî hotelê kir. Di encama şerekî sê demjimêran de, Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polad û endamên hêza wî hatin girtin.

Di wê pevçûnê de bi fermî hatibû ragihandin ku 5 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst