Hewlêr (Rûdaw) – Platforma Rêxistinên Jinan a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ew dixwazin YPJ tevlî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bibe.
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojavayê Kurdistanê, bi armanca piştgirîkirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û misogerkirina cihê wê di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de kampanyeyek da destpêkirin.
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan, destpêkirina kampanyeyê û daxwazên xwe yên li ser YPJyê bi daxuyaniyekê ragihandin.
Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê ya li Qamişloyê hat dayîn.
Bi dehan jin, nûnerên partiyên siyasî, hiqûqnas, rewşenbîr û çalakvan beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.
Daxuyaniya bi zimanê Kurdî ji aliyê Berdevka Kongra Star a Qamişloyê Rîhan Temo ve, daxuyaniya bi Erebî ji aliyê Alîkara Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Wesayîf Dendeayê ve û daxuyaniya bi Suryanî jî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Suryan Semîra Gewriye Henayê ve hat xwendin.
Di kombûnê de alên Kongra Star û YPJyê hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Em hemû YPJ ne" û "YPJ nûnertiya me dike" hatin vekirin.
"YPJ sembola rêxistina jinan e"
Di daxuyaniyê de mafê parastina rewa û ewlehiya civakê ya li dijî terorê û tundûtûjiya rêxistinkirî hat bibîrxistin û hat gotin, "Di van salên borî de li Sûriyeyê li dijî sivîlan gelek tawanên mezin ji aliyê rêxistinên terorîst ve hatin kirin.
Binpêkirinên herî kirêt li dijî jinan hatin kirin. Jin û zarok rûbirûyî her cure binpêkirinan man."
Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku ev rewş bûye sedema avabûna pêwîstiya hêzên parastinê û YPJ jî li ser vê bingehê hatiye avakirin.
Hat destnîşankirin ku YPJ ji roja avabûna xwe ve îspat kiriye ku "hêzeke herî bibandor û sembola herî bilind a rêxistina jinan li seranserê Sûriyeyê ye."
Têkoşîna li dijî DAIŞê û qurbaniyên YPJyê
Platforma Jinan, rola YPJyê ya di têkoşîna li dijî DAIŞ û rêxistinên tundrew de bi bîr xist.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "YPJ di şerê li dijî DAIŞê de di rêzên pêşîn de cih girt û bi hezaran jin û zarok rizgar kirin."
Platformê her wiha bal kişand ser wateya civakî û exlaqî ya YPJyê û destnîşan kir ku rola van yekîneyan tenê ne leşkerî ye; ew di heman demê de beşdarî parastina jinan a ji tundî û tundrewiyê dibin û nirxên wekhevî û edaletê xurt dikin.
Platformê tekezî li ser girîngiya hebûna YPJyê ya di nav artêşê de kir û got:
“Hebûna Yekîneyên Parastina Jinê di nav artêşê de garantiya pêbendbûna artêşê ya bi prensîbên xwe re ye.
Hebûna jinan di artêşê de erkên bergiriyê pêk tîne û di heman demê de zîhniyeta ku îrade û mafên jinan red dike diguherîne."
Daxwazên Platforma Jinan
Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a li Rojavayê Kurdistanê daxwazên xwe yên serekî wiha rêz kirin:
- Naskirina YPJyê wekî hêzeke leşkerî ya birêkûpêk di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de.
- Parastina pêkhateya YPJyê wekî beşeke yekgirtî ya ji sîstema parastina Sûriyeyê ya taybet a bi herêmên Rojavayê Kurdistanê ve.
- Parastin û bicihkirina destkeftiyên jinên Rojavayê Kurdistanê.
- Serbestberdana girtiyên jin, radestkirina termên şehîdan û eşkerekirina çarenivîsa jinên winda.
- Banga li Hevpeymaniya Navneteweyî û hêzên bibandor ji bo piştgirîdana beşdariya YPJyê ya di pergala Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de.
- Pêkanîna wekheviyê û xurtkirina beşdariya jinan a di saziyên leşkerî û ewlehiyê de li ser esasê makezagona Sûriyeyê.
Platformê di dawiya daxuyaniya xwe de bangî hemû tevger û rêxistinên jinan, hêzên demokratîk, raya giştî ya Kurdistan û cîhanê û medyaya navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin vê kampanyeyê û li cem YPJyê bisekinin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse