AMED - Di 2 bûyerên cuda de 2 ciwan xeniqîn

26-06-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Sûr Gêl Bûyerên Xeniqînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Sûr û Gêlê yên Ameda Bakurê Kurdistanê di 2 bûyerên cuda de 2 ciwanên ku ji bo hênikbûnê ketibûn avê xeniqîn.

Bi zêdebûna germa havînê re li bajarên Bakurê Kurdistanê bûyerên xeniqînê jî zêde dibin.

Bûyera yekem li Gundê Çavşeliqiyayê ya navçeya Sûrê qewimî. Ciwanê bi navê Rojhat Polat ê 28 salî kete hêwizê avdana çandiniyê û piştî demeke kurt xeniqî.

Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên AFAD, Tenduristiya Lezgîn a 112an û hêzên ewlehiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Tîman piştî xebatekê cenazeyê  Polat ji hêwiz derxistin.

Bûyereke bi heman rengî jî li navçeya Gêlê rû da. Dogan Varol ê 24 salî, ji bo hênikbûnê ket Gêlê û piştî ku avê zaroa wî bir li pêş çavan winda bû.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku sewqî herêmê bûn, di encama lêgerînan de gihîştin cenazeyê Varol.

Cenazeyên her du ciwanan, Rojhat Polat û Dogan Varol, ji bo karûbarên otopsiyê ji bo Saziya Tiba Dadî ya Amedê hatin veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst