Parêzerê Ramîn Penahî: Rewşa wî pir pir xeter e!

26-08-2018
RÛDAW
Rojhilatê Kurdistanê
Rojhilatê Kurdistanê
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Ramîn Penahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Husên Ehmedînyaz ê parêzerê girtiyê siyasî yê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê Ramîn Husên Penahî ragihand, berpirsên Îranê rê nadin ew li gel Ramîn hevdîtinê bikin û got ku rewşa tenduristiya wî pir nebaş e.

 

Careke din derbarê metirsiya sêdaredana girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Husên Penahî hişyarî tê dayîn, ku ji Girtîgeha Sineyê ji bo Girtîgeha Recayî Şar a Kerecê hatibû veguhestin.

 

Derbarê mijarê de parêzerê wî Husên Ehmedînyaz ji Rûdawê re got: “Mixabin, wek parêzerên Ramîn derfet nedane me em serdana wî bikin, wê mafê nadinê ku li gel parêzerên xwe hevdîtinê bike. Rewşa tenduristiya Ramîn pir pir xirab e. Em nîgeraniya xwe tînin ziman ku birastî jî jiyana Ramîn pir pir di metirsiyê de ye.”

 

Husên Ehmedînyaz da xuyakirin, ku ew nizanin ji kî daxwaza alîkariyê bikin û diyar kir, ku dibe her gav biryara sêdaredana wî were cîbicîkirin.

 

Niha gotegotek heye, ku dibêjin di nav çend rojan de dê wî sêdare bidin. Beriya niha Penahî ji malbata xwe re gotibû, ku bi armanca sêdaredanê wî vediguhezin Girtîgeha Recayî Şar.

 

Ramîn Husên Penahî roja 22ê Hezîrana 2017ê li bajarê Sine bi birîndarî ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatibû girtin. Dadgeha Îranê biryara îdamê derxist lê ev biryar di raya giştî de rastê karvedaneke mezin hat.  

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst