Geştyarê li Çiyayê Sîpanê winda bibû hat dîtin

26-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elcewaz a Bidlîsa Bakurê Kurdistanê geştyarê Ukraynayî ku ji bo meşa siruştî hilkêşabû Çiyayê Sîpan û paşê winda bibû, hat dîtin.

Çiyagerê Ukraynayî  Vadim Zaskalko çû gundê Qişqiliyê yê li ser bajarokê Kazoxa û li wê derê hilkêşa çiyê piştre û winda bû. Ji bo dîtina  Vadim Zaskalko tîmên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), cendirme, û ekîbên AKUTê xebat da destpêkirin.

Li zozana gundê Sîpanê Jor şivanekî Çiyagerê Ukraynayî  dît.

Rêvebirê AFAD ê Bedlîsê Erdal Tunçtan ragihand ku wan li gundê Sîpanê jor Çiyagerê Ukraynayî yê winda dît.

Erdal Tunçtan diyar kir ku wan ekîb şand gund û dê Çiyagerê Ukraynayî  ji wê derê hildin û bibin nexweşxaneyê û wiha pê de çû: “Me xebatên lêgerînê bi dawî kirin. Ekîbên me li ser çiyê ne, em wan berhev dikin, em dê paşê dakevin jêr. Ez spasiya ekîbên ku beşdarî xebatên lêgerînê bûn, dikim."

Serokê Lêgerîn û Xelaskirinê ya ÎHHya Bidlîsê Abidîn Araboga jî got ku ji bo dîtina geştyar wan piştgirî da xebatan û rewşa tenduristiya wî baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst