Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê (ÎHD) ji ber ku bandorên neyîn li jiyana xwelkê dikin xwest ku xalkên kontrolê yên zêde bên rakirin.
ÎHDyê diyar kir ku li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê xalên kontrola nasnameyan, lêgerîn û Pişkînîna Zanyarî ya Giştî (GBT) gelekî zêde ne, bandoreke nerênî li ser jiyana rojane ya welatiyan dikin û divê ev xalên kontrolê bên rakirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê (ÎHD) li ser tedbîrên ewlehiyê yên li parêzgeha Dêrsimê daxûyaniyeke nivîskî belav kir.
ÎHDyê di daxûyaniyê de amaje bi zêdebûna xalên kontrolê kir û got:
"Ji derbasbûna xeta ferîbotê ya Xarpêt û Dêrsimê, ji derbasbûna heta taxên navenda bajêr, di navbera rêyên navçe û gundan de, li her derê xalên pişkînînê hatine danîn ku bandoreke neyî nî li ser jiyana rojane ya sivîlan dike.
Ev rewş di nav civakê de dilgiraniyê ava dike. Divê ev xal bên rakirin û serweriya hiqûq û mafên mirovan hebe.”
Di daxûyaniyê de her wiha hat ragihandin ku ev rewş di heman demê de tê wateya binpêkirina jiyana civakî ya sivîl û azadiya şexsî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse