Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) ya li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê doh hat şewitandin.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) li ser şewitandina ofîsa wan a Amûdê daxuyaniyek belav kir.
ENKSyê di daxuyaniya xwe de "komên çekdar ên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve" bi êrişê tohmetbar kir û ev yek wekî hewldaneke ji bo têkdana yekrêziya Kurdan bi nav kir.
Li gorî daxuyaniya ENKSyê, ofîsa wan a li Amûdê rastî "êrişeke xirab" hatiye û hatiye şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku awayê êrişê dişibe bûyerên berê yên ku bi dehan ofîsên ENKSyê û partiyên endamên wê kiribûn hedef.
Êriş piştî hewlên yekrêziyê
ENKSyê bal kişand ser dema pêkhatina êrişê û diyar kir ku ev bûyer piştî "Konferansa Yekîtiya Helwest û Rêza Kurdî" ya pêk hatiye ku li gorî ENKSyê ew konferans "atmosfereke erênî" afirandibû û "xwesteka aliyan a ji bo aramkirina qada Kurdî û xurtkirina lihevtêgihiştinê" nîşan dabû.
ENKSyê di daxuyaniyê de anî ziman:
"Em dibînin ku bi kiryarên bi vî rengî hewl didin ku fitneyê biçînin, yekrêziya Kurdan têk bidin û aloziyê di navbera aliyan de derxînin.
Ev yek hewldaneke eşkere ye ji bo têkdana hewlên ku ji bo xurtkirina lihevtêgihiştina Kurdî-Kurdî tên dayîn."
ENKSyê bangî PYDyê kir
ENKSyê ev êriş bi tundî şermezar kir û bangî "aliyên pêwendîdar ên di birêvebiriya PYDyê de" kir ku "berpirsyariyên xwe hilgirin û ji bo eşkerekirina sûc û aliyên li pişt wê, lêpirsîneke zelal û bilez bidin destpêkirin, da ku ducarenebûna binpêkirinên bi vî rengî were garantîkirin".
ENKSyê di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku "ev kiryar û yên din dê ENKSyê ji meşa wê ya têkoşîna aştiyane ya ji bo misogerkirina mafên rewa yên gelê me ya di çarçoveya yekîtiya welat de venegerîne".
#WÊNE - Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) ya Amûdê şewitî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 25, 2025
🛑 Li gorî daxuyaniya ENKSyê heta niha sedema şewatê ne diyar e pic.twitter.com/3rYH00CmQI
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse