Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSyê Neşet Zaza li ser şewitîna ofîsa partiya xwe ya Amûdê agahî dan Rûdawê.
Doh (25ê Îlonê) Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) ya Amûdê şewitîbû.
ENKSyê heman rojê gotibû “Sedema şewatê ne diyar e.”
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSyê Neşet Zaza bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.
Neşet Zaza got, “Ofîsên me ji 2017an ve 58 caran hatine şewitandin” û diyar kir ku hinek kes dibêjin ofîs ji ber karebayê şewitiye lê ev ne pêkan e “Çimkî li ofîsê kareba nîne.”
Neşet Zaza ragihand ku ev êriş ji bo têkdana yekrêziya Kurdan e û wan li ser mijarê bi Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî, Amerîkayî û Fransayiyan re pêwendî daniye.
"Mezlûm Ebdî soz daye"
Neşet Zaza eşkere kir ku wan piştî bûyerê yekser pêwendî bi aliyên pêwendîdar re daniye û got:
"Me li ser vê mijarê bi Mezlûm Ebdî, Amerîkayî û Fransayiyan re pêwendî daniye. Mezlûm Ebdî soz daye ku dê mijar were şopandin."
Wî da zanîn ku ew vê êrişê wekî hewldaneke ji bo têkdana hewlên yekrêziya Kurdan dibînin û wiha pê de çû:
"Hinek kes dixwazin yekîtiya Kurdan xera bikin. Piştî ku me gotiye em dê herin Şamê, rewşeke netendurist çêbûye."
Neşet Zaza ducare kir ku ew helwesta xwe ya ji bo yekîtiya Kurdan didomînin û got, "Em pêbendî encamên Konferansa Kurdan û yekîtiya Kurdan in."
Wî anî zimên ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 19 ofîsên wan hene lê got, "Li Girê Spî û Serê Kaniyê ofîsên me nînin."
#WÊNE - Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) ya Amûdê şewitî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 25, 2025
🛑 Li gorî daxuyaniya ENKSyê heta niha sedema şewatê ne diyar e pic.twitter.com/3rYH00CmQI
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse