Alîgirên Amedsporê malbata Rojîn Kabaîşê hembêz kir

26-10-2025
Abdulselam Akinci
Wêneyê Rojîn Kabaîşê/Wêne: Abdulselam Akinci - Rûdaw
Wêneyê Rojîn Kabaîşê/Wêne: Abdulselam Akinci - Rûdaw
Nîşan Amedspor Rojîn Kabaîş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Alîgirên Amedsporê di maça hefteya 11emîn a lîgê de ku li hemberî Istanbulsporê lîstin, ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşa ku bi awayekî bi guman miribû, edalet xwest.

Komên alîgiran malbata Rojînê vexwend maçê û bi pankart û dirûşman piştgirî da doza wê.

Berî destpêkirina maça Amedspor û Istanbulsporê, li ber Stadyuma Amedê alîgirên tîma kesk û sor pêşwaziya malbata Rojîn Kabaîş kir û daxwaza edaletê bilind kir.

"Em tenê nehiştin"

Bavê Rojînê Nîzamedîn Kabaîş spasiya alîgiran kir û got:

“Amedspor ji destpêkê ve heta niha bi me re bû. Ev salek e her tim li cem me ne.

Hatin mala me, serdana me kirin, em tenê nehiştin. Ez ji wan re spasdar im.

Îro jî dê pankarta Rojînê vekin û dîsa behsa Rojînê bikin.”

Dêya Rojînê Aygul Kabaîş jî diyar kir ku ew li ser vexwendina alîgiran hatine û wiha anî ziman:

“Amedsporê ji bo Rojînê gazî me kir. Gotin werin em dê ji bo Rojînê deng derxin. Em jî ji bo xatirê Rojînê û Amedsporê hatin vir.”

"Jin jiyan e"

Di dema maçê de jî komên alîgiran ên wekî ultraAmed û Berxwedanê bi cilên reş û bi koreografiyeke taybet wêneyê Rojîn Kabaîş bi tribunan ve daliqand.

Alîgiran bi dirûşma “Jin jiyan e, nabe jiyan bêdeng were kuştin” bal kişand ser doza Rojîn Kabaîşê û piştgirî da malbatê.

Alîgireke Amedsporê hestên xwe wiha anîn ziman:

“Em ji bo Rojînê gelekî xemgîn bûn. Dema sînevîzyona wê derket em gelekî bi ber ketin.

Em edaletê dixwazin. Em dibêjin Jin, Jiyan, Azadî. Êdî bes e, bila zilam dest nedin jin û zarokan.”

Alîgirekî din ê Amedsporê jî got, “Dilê me pir bi bavê Rojînê dişewite. Ez bi xwe ji bo Rojînê giriyam.

Îro li stadyûmê jî postera Rojînê vekirin, dilê me pir şewitî. Înşalah kujerên wê dê werin dîtin.”

Di maça hefteya 11emîn de, alîgirên Amedsporê dixwest bi ser bikevin û serkeftinê diyarî malbata Rojînê bikin lê maç bi encama 0-0 bi dawî bû.

Bi vê encamê re Amedsporê puanên xwe kirin 20 û ji rêza çaremîn daket rêza pêncemîn.

Istanbulsporê jî puanên xwe derxist 13an û derket rêza 13an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst