Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteya 11emîn a Lîga Yekemîn a Trendyolê de Amedspor mazûvaniya Îstanbulsporê dike.
Maç dê îro saet 16:00an li Stadyuma Nû ya Amedê dest pê dike.
Maç dê ji aliyê TRT Sporê ve bi awayekî zindî were weşandin û Omer Faruk Turtay dê hakemtiya maçê bike.
Koma alîgiran a Amedspor Ultramedê li ser Xê daxuyaniyek belav kir û got:
“Em reş li xwe dikin!
Di çarçoveya koreografiya taybet a ku me ji bo Rojîn Kabaîşê amade kiriye de, em bangî hemû alîgirên xwe dikin ku di maça Îstanbulsporê ya roja Yekşemê de reş li xwe bikin.”
Lîstikvanên muhtemel ên her du tîman wiha ne:
Amedspor: Erce, Murat Uçar, Mehmet Yeşîl, Ugur Adem, Hasan Alî, Sînan, Aytaç, Dia Saba, Moreno, Traore, Diagne
Îstanbulsporê: Îsa, Duhaney, Fatîh, Emrecan, Duhan, Dijlan, Vorobjovas, Enver Cenk, Loshaj, Mamadou, Emîr
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse