Hewlêr (Rûdaw) - Li Colemêrgê du ciwanan dawî li jiyana xwe anî.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, Hêlîn Sîriya 21 salî li mala xwe mirî hat dîtin.
Li ser agahdarkirina Navenda Banga Lezgîn a 112an, tîmên tenduristî û ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman diyar kir ku HêHlînê xwe bi dar ve kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.
Cenazeyê wê ji bo otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat kirin.
Hat zanîn ku derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
Li aliyê din, li gorî nûçeyên medyaya herêmî, li gundê Elkikê yê navenda jî Cîhat Arslanê 29 salî miriye.
Hat îdiakirin ku ev bûyer jî xwekuştin e.
Hat ragihandin ku Arslan gule berdaye xwe û piştî ku gundiyan dengê çekê bihîstiye û agahî daye û tîmên Tenduristiya Lezgîn a 112an û cendirme çûne cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê di kontrola xwe ya li cihê bûyerê de diyar kiriye ku Arslan miriye.
Cenaze ji bo otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse