Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî di peyamekê de ji bo piştgiriya Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, biryara Dadgeha Kerkûkê weke biryareke siyasî bi nav kir û ragihand: “Biryara girtin û sizadana Dadgeha Kerkûkê ya di derbarê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî de bi tevahî siyasî ye û peywendî bi babeta dadwerî û yasa ve nîne.”
Îro 26-12-2018an, Dadgeha Lêkolîna Stûpakî biryara cezaya şeş meh zindanîkirinê derbarê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê bi Wekalet Rêbwar Talebanî de derxist.
Rêbwar Talebanî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve ji Kerkûkê derketiye û li Hewlêrê niştecih e û dibêje, heta ku rewşa Kerkûkê neyê asayîkirin, ew venagere.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Biryara girtin û sizadana Dadgeha Kerkûkê ya derbarê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî de bi tevahî siyasî ye û peywendî bi babeta dadwerî û yasa ve nîne.
Rêbwar Talebanî li dijî binpêkirina destûr û yasayê rawestiyaye û wekî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê berevaniyê li berjewendiyên pêkhatên bajarê Kerkûkê kiriye.
Ev cûre biryar bi ti awayî xizmeta rewşa siyasî û çareseriya kêşeyan nake û kêşe û giriftan kûrtir dike.
Her ji bo wê yekê, daxwaz ji sazî û dezgehên federal û aliyên peywendîdar û Hikûmeta Federal dikim ku sînorek ji bo van cûre biryaran deynin ku siyasî ne û xizmeta berjewendiya Iraq û kêşeyên Kerkûkê nake.
Mesûd Barzanî
26.12.2018
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse