AMED – 6 karkerên şaredariyê ji kar hatin dûrxistin

26-12-2019
RÛDAW
Nîşan Kayapinar Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber beşdariya di civînên nerazîbûnê de li dijî danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê, 6 karkerên şaredariya Kayapinara Amedê ji karên wan hatin dûrxistin.

Roja çarşemê bi biryara qeyûmê bajarokê Kayapinarê ya girêdaryî parêzgeha Amedê, 6 karker ji karên wan hatine dûrxistin.

Li gor daxuyaniyeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ew 6 karker ji bo ofîsa kargêriya Kayapinarê hatine daxwaz kirin û li wê derê vîdiyoyên beşdariya wan di xwepêşandanan de nîşan dane û piştre biryara ji kar dûrxistina wan hatiye dayîn.

Her li gor zaniyariyên HDPê, di dema 4 mehên derbasbûyî de zêdetirî 167 karker li şaredariyan ji karên wan hatine dûrxistin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst