Îlham Ehmedê êrişa li Himsê şermezar kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hims Sûriye Îlham Ehmed Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê êrişa li Himsê şermezar kir.

Teqîn danê nîvro li Mizgefta Îmam Elî ya li taxa Wadî El Zehebê ya bajarê Himsê yê Sûriyeyê çêbû ku piraniya şêniyên wê Elewî ne.

 Îlhamê ji ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got:

Em kiryara sûcdarî ya li Mizgefta Elî Bîn Ebî Talib a li Taxa Wadî El Zeheb a Himsê bi tundî şermezar dikin.

Ev bûyereke cihê mixabiniyê ye û ne bûyereke tenê ye.

Ev encama keşûhewayekê ye ku bi gotara nefretê tê xwedîkirin. Ev gotar civakan li şûna parastina xwe, ber bi rûbirûbûna hev ve dajo.

Ev cureyê tundiyê ji valahiyê dernakeve. Ev tundî ji aliyê aliyên têkder ve tê hilberîn ku li ser dubendî û tevliheviyê veberhênanê dikin.

Berpirsyariya me ya îro aramkirina gotarê, parastina sivîlan û hesabpirsîna ji kiryaran e.

Sûriye ne bi nefretê, bi bawerî û ewlehiyê tê avakirin.

Rehmet li qurbaniyan be û şîfa ji bo birîndaran.”

 Piştî nimêja înê li Mizgefta Elî Bîn Ebî Talib teqînek çêbû.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku di encama teqîna mizgeftekê de 8 kes mirine û 18 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din, rêxistina bi navê "Serayên Ensar El Sune" berpirsyariya teqîna xwînî ya li mizgefteke Himsê li xwe girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst