HESEKE - Koçberên Xiwêran li mizgeftan bicih bûne

27-01-2022
Loloxan
Nîşan Heseke Xiwêran Rojavayê Kurdistanê Mizgeft Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên taxa Xiwêranê ku ji ber êrişa DAIŞê û şerê girtîgeha Sînaa li başûrê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê reviyane, li mizgefta Miseb Bin Umêr li bakurê bajar bicih bûne.

Maya Xelef, Koçbera Xiwêran, dibêje, “Em li malê bûn, û jinişka ve me dengê teqîneke mezin bihîst, zarok zêde tirsiyan û giriyan, me ji ber seqem û berfê nikarîbû derkevin, lewra em heta sibeha roja din li malê man. Ne nan, ne av, ne eliktrîk, jiyan li vir û malê wek hevdû ye.”

Derdora 45 hezar kes koçber bûn

Li gor Ofîsa Netewên Yekbûyî bo Hevahengiya Karûbarên Mirovî ji destpêka şerê girtîgeha Sînaa ya çekdarên DAIŞê, 45 hezar kes ji malên xwe derbider bûne û li mizgeftên bajar bicîh bûne, tenê Rêvebriya Xweser û xêraxwazan hinek alîkarî ji wan re pêşkêş kirine, lê rêxistinên mirovî heta niha sredana wan nekirine.

Fehîme Hesenm, Koçbera Xiwêran, radigihîne, “Em ji neçarî ji malên xwe derketin, piştî çekdarên DAIŞê êrîş kirin û şer destpê kir, çekdaran nehiştin em derkevin, lê em reviyan bêyî ku em tiştekî bi xwe re bînin, me nasname jî neanî, tenê em reviyan, sipas ji Xwedê re.”

Êrişa berfireh a DAIŞê

20ê Çileya 2022yan, 200 çekdarên DAIŞê êrişeke berfireh bir ser girtîgehê Sînaa ya Hesekê ku nêzikî 5 hezar çekdarên DAIŞê tê de girtî bûn û şer û pevçûnên giran di navbera wan çekdaran û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de derketin.

Ji ber êrişa DAIŞê û şer û pevçûnan, ziyan gihişt xelkê sivîl ê derdora girtîgehê ku neçar bûn ji malên xwe derkevin û birevin cihên aram.

Kontrolkirina zindanê

Piştî derbasbûna nêzikî 6 rojan ji şer û pevçûnên giran, HSDê duh ragihandibû, “Operasyona Gurzê Gelan bi kontrolkirina hemû zindana Sinaa li Hesekê û xweradestkirina hemû terorîstên DAIŞê bi dawî bû.”

Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanî jî di peyamekê de serkeftina hêzên xwe di şerê Zindana Xiwêranê de ragihandibû û gotibû, “Îro hêzên me bi têkbirina DAIŞê li Hesekê û pûçkirina planên alîgirên DAIŞê, dîroka serkeftinê dubare dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst