Hewlêr (Rûdaw) - Îraqê ragihand ku hêzên ewlehiyê bi hevahengiya hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, di operasyoneke asmanî de li nav axa Sûriyeyê 2 kesên "girîng" girtin ku ji aliyê dadgeha Îraqê ve dihatin xwestin.
SOHRê ragihand ku Asayîşa Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî operasyonê bûye.
Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê, operasyon bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û bi piştgiriya teknîkî ya Koalîsyona Navneteweyî hatiye kirin.
Şaneyê di daxuyaniya xwe de got:
"Hêzeke asmanî ya Şaneya Îstixbarata Seqer (Falcon), bi hevahengiya hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê li nav axa Sûriyeyê operasyonek pêk anî û du kesên girîng ku ji aliyê dadgeha Îraqê ve dihatin xwestin kirin armanc."
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ev operasyon wekî gaveke girîng a ji bo xurtkirina hevkariya herêmî ya ji bo têkoşîna li dijî gefên sînorî û parastina berjewendiyên niştimanî bi nav kir.
SOHR: Asayîşa Rojavayê jî beşdar bûye
Li hêla din Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ên Rêveberiya Xweser jî beşdarî operasyonê bûne.
Operasyon li gundekî parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê, li nêzîkî sînorê Îraqê pêk hat.
Rayedarên Îraqê nasnameya girtiyan û tohmetên li ser wan eşkere nekirin.
Hevahengiya bi HSDyê re
Îraq bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re di nav hevahengiyeke nêzîk de ye û welatiyên xwe yên ku bi tohmeta DAIŞê li kamp û girtîgehên di bin kontrola HSDyê de ne werdigire.
Bi hezaran kesên ku gumanbarên DAIŞê ne li kampên Hol û Rojê yên li parêzgeha Hisîçayê tên girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse