Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji wan du pîlotên ku di bûyera ketina helîkoptereke artêşa Îranê de li parêzgeha Îsfehanê canê xwe ji dest da, Kurd e û xelkê parêzgeha Kirmaşanê ye.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, navê wî pîlotî Mucteba Kiyanî ye û xelkê bajarê Kengewerê yê parêzgeha Kirmaşanê ye.
Hat diyarkirin ku pileya wî ya di nav Hêza Asmanî ya Îranê de mulazimê duyem bû.
Termê wî pîletojê Kurd dê sibe li bajarê Kengewerê bi merasîmekê were binaxkirin.
Çi bûbû?
Sêşemê helîkoptereke parêzgeha Îsfehanê, li nava qada fêkî û zerzewatan ketibû xwarê.
Di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dabû.
Du ji miriyan pîlot û alîkarê pîlota bûn, du kesên din jî ew karker bûn ku dema ketina helîkopterê li nava qada fêkî dixebitîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse