DEM Partî: Ji bo baweriya bi pêvajoyê divê qeyûm bên rakirin

1 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Abdullah Zeydan û Ruştu Tîryakî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Abdullah Zeydan û Ruştu Tîryakî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Qeyûm
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi beşdariya hevşaredarên bajar û navçeyan bangî desthilatê kir ku qeyûman rakin û şaredariyên wan li wan vegerînin.

Ji destpêka pêvajoya nû ve heta niha yek ji daxwazên sereke yên DEM Partiyê rakirina qeyûman e.

Ew dibêjin heke desthilat dixwaze baweriya wan û xelkê bi pêvajoyê çêbibe, divê beriya her tiştî ji biryara danîna qeyûman vegerin û ew şaredariyên ku qeyûm danîne ser carek din li partiya wan vegerînin.

"Meseleya qeyûman bûye eybeke mezin"

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Ev meseleya qeyûman êdî bûye eybeke mezin a vî welatî. Divê ev eyb û şerm ji holê were rakirin êdî.

Di vê babetê de gotinên 'bira Ahmet vegerin meqamên xwe' têrê nake êdî.

Divê Gulistan, Neslîhan, Abdullah, Mehmet, Resûl, Emrah, Sofya, Bîrsen, Devrîm û gelek şaredarên me yên din ku ez niha nikarim navên wan yek bi yek bibêjim, yanî divê 13 şaredarên me yên ku şaredariyên wan hatine xespkirin bi giştî divê êdî vegerin ser karê xwe.”

Piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an Mêrdîn, Wan û Colemêrg jî di nav de qeyûm li 13 şaredariyên DEM Partî û DBPyê hatibû tayînkirin û danîna qeyûman bûbû sedema nerazîbûn û xwenîşandanên mezin.

"Divê vîna gel were nasîn"

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî bal kişand ser baweriya gel û got:

"Ji bo hilbijartinan, ji bo demokrasiyê û ji bo ku demokrasî pêk were baweriya gel ji dewletê nema. Ew bawerî ji holê rabû.

Eger em bifikirin ku aştî ava bibe, em bixwazin civak bibe civakeke demokratîk, divê vîna gel were nasîn.

Ji ber wê jî gelekî girîng e ku ev hevşaredarên bi destên gel hatine hilbijartin biçin ser karê xwe û ji bo gelê xwe xizmetê bikin."

"Em hêvîdar in beriya cejnê qeyûm vekişin"

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî behsa qonaxa nû kir û hêviya xwe ya rakirina qeyûman anî zimên:

“Rêberê gelê Kurd beriya niha jî gotibû em derbasî qonaxeke nû bûne. Serokkomar û serokê MHPyê Bahçelî jî heman tişt dubare kirin.

Li gorî rihê pêvajoyê êdî gelê me jî dixwaze pêngavên şênber bibîne ku ev pêvajo hîn jî bihêztir be û zûtir jî bigihîje encama xwe.

Em li bendê ne ku înşelah beriya cejnê van qeyûman bi paş ve bikişînin û emanetê gel radestî gel bikin.”

Dema qeyûman 4ê Adarê diqede

DEM Partî di vê dema ku di ser pêvajoya aştî û çareseriyê re salek derbas bûye de, dixwaze di destpêka qonaxa duyem a pêvajoyê de bi rakirina qeyûman gavên şênber werin avêtin û baweriya endam û alîgirên wan bi proseyê xurt bibe.

Berpirsê Birêveniriyên Herêmî yê DEM Partiyê Ruştu Tîryakî jî li ser mijara qeyûman got:

“Êdî rapora komîsyonê li holê ye. Di raporê de jî dibêje divê êdî pergala qeyûman bi dawî bibe. Yanî komîsyonê jî biryara rakirina qeyûman daye.”

Niha 4ê Adarê dema karkirina yasayî ya hinek ji qeyûman bi dawî dibe.

DEM Partî li bendê ye ku dem neyê dirêjkirin û 4ê Adarê bibe roja dawî ya qeyûman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst