Hêzên Pêşmergeyan dibin yek: Qonaxeke nû dest pê kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Pêşmerge Yekbûn Bextiyar Mihemed Wezareta Pêşmergeyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêvajoya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan û avakirina sîstemeke serbixwe de pêngaveke dîrokî hat avêtin.

Navên Hêzên 70yî yên YNKyê û Hêzên 80yî yên PDKyê hatin guhertin û di bin navê "Fermandariyên Herêmê" de bi Wezareta Pêşmergeyan ve hatin girêdan.

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Nêçîrvan Barzanî desthilatên operasyonî yên fermandariyên herêmê pesend kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî desthilatên wan ên îdarî, hiqûqî û darayî pesend kirin.

Piştî vê yekê Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku pêvajoya yekbûnê leztir bûye.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Bextiyar Mihemed ji Rûdawê re axivî.

Bextiyar Mihemed diyar kir ku bi îmzeyên dawî re astengiyên li pêşiya yekbûna Hêzên Pêşmergeyan rabûne.

Bextiya Mihemed got, "Piştî ku Serok û Serokwezîr desthilatên herêmê pesend kirin, me di çarçoveya yekbûna Hêzên Pêşmergeyan de mesafeyeke gelekî baş qedand."

Wî her wiha got, "Ev tiştên hatine kirin ne qonaxa dawî ya yekbûnê ne, li pêşiya me hîn rê heye lê ev pêngaveke gelekî mezin û jiyanî bû."

Navên Hêzên 70 û 80yî tên guhertin

Li gorî biryarê, navên Hêzên 70yî yên girêdayî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Hêzên 80yî yên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tên guhertin.

Lîwa Mihemed ragihand ku ji niha û pê ve ev her du hêz dê di bin navên "Fermandariya Herêmê ya Yekem" û "Fermandariya Herêmê ya Duyem" de karên xwe bidomînin.

Mihemed di nirxandina xwe de got, "Ji niha û pê ve hêzên herêmê wekî berê dê di nav avahiyeke hizbî de nebin û partîtiya di nava hêzê de dê qels bibe û ji holê rabe."

Di pêvajoya reformê de qonaxeke girîng

Li ser mijarê Wezareta Pêşmergeyan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, pêvajoya reformê ya di nava Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê de didome.

Wezareta Pêşmergeyan bi bîr xist ku Nêçîrvan Barzanî 25ê Sibatê û Mesrûr Barzanî jî 26ê Sibatê veguhestina desthilatên pêwîst îmze kirine û wiha got:

"Bi vê biryara nû re fermandarên herêmê dê di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de, di warên operasyon, îdare, darayî, hiqûq, medya û pêwendiyan de bibin xwedî hinek desthilatan.

Fermandariyên herêmê dê kar û xebatên xwe bi awayekî fermî û li gorî qanûnên Wezareta Pêşmergeyan bi rê ve bibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst