Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku medyayên Tirkiyê dîmenên Artêşa Tirkiyê li nêzîkî Til Rifet belav kirine, Artêşa Azad a Sûriyê red dike ku Til Rifet ketibe destê wan û dibêje, heta niha hêzên Rûsya ji Til Rifetê derneketine. YPGê jî ragihand, ew dever heta niha jî di bin kontrola wan de ye.
Piştî ku medyayên Tirkiyê belav kirin, ku hêzên wî welatî bêyî şer derbasî bajarê Til Rifetê li başûrê rojhilatê Efrînê bûne û ev bajar jî kontrol kirine, nûçeyên dijber û nakok li ser rewşa vî bajarî têne belavkirin.
Li gor van dîmenên ku medyayên Tirkiyê belav kirine, tê xuyakirin ku Artêşa Tirkiyê li nêzîkî Til Rifetê bicih bûye. Li gorî medyayên Tirkiyê, di encama rêkevtina di navbera Moskow û Enqerê de, hêzên Rûsya ji Til Refetê vekişiyane û hêzên Tirkiyê derbasî nava bajêr bûne.
Lê belê baskê çekdarî yê opozisyona Sûriyê ew zanyarî piştrast nekir û agahiyên berovajiyê îdiaya medyayên Tirkiyê ragihandiye.
Encûmena Leşkerî ya Til Rifetê ya girêdayê Artêşa Azad a Opozisyona Sûriyê diyar kir, ku heta niha hêzên Rûsya li nav bajarê Til Rifetê ne û ji vê bajarî venekişiyine.
Piştî kontrolkirina navenda bajarê Efrînê û bajarokên Bilbil, Şera, Raco, Şiyê, Cindirês û Mabata yên ser bi herêma Efrînê ve ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve, bajarê Til Rifet cihê herî mezin e, ku li herêma Efrînê di bin kontrola hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û HSDê de maye.
Berdevkê YPGê yê Efrînê, Birûsk Hesekê jî derbarê heman mijarê de daye xuyakirin, ku hêzên wan heta niha jî li Til Rifetê û derdora wê mane û tekez kiriye, ku şervanên YPGê dê li hember her êrîşeke Tirkiyê bo ser wê deverê derkevin.
Derbarê rewşa Til Rifet de hêj ne Tirkiyê û ne jî Rûsyayê ti daxuyaniyên fermî nedane.
Herwiha hikûmeta Sûriyê jî heta niha ti daxuyanî li ser rewşa Til Rifet û derdora wê belav nekiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse