Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê li ser peymana HSD û Şamê daxuyanî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş HSD Sûriye Peyman Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku ew piştgiriyê didin pêvajoya "yekbûn û entegrasyonê" ya li Sûriyeyê.

Kurtulmuş diyar kir ku lihevkirina di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji bo aştiya herêmê "derfeteke biqîmet e."

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî li ser bipêşketinên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke berfireh belav kir.

"Derfeteke gelekî biqîmet e"

Numan Kurtulmuş behsa peymana di navbera birêvebiriya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û got:

"Lihevkirina ku di navbera birêvebiriya Şamê û HSDyê de pêk hatiye û entegrasyona gavbigav a leşkerî û îdarî dike armanc, ji bo aştiya herêmê derfeteke gelekî biqîmet e.

Ev yekbûn dê şiyana dewleta Sûriyeyê zêde bike û derî li ber mîmariyeke nû ya ewlehiyê veke."

Kurtulmuş ragihand ku pêbendbûna bi Peymana 10ê Adarê û Peymana 30yê Çileyê dê Sûriyeyê ji "çembera agir" derxîne û wiha domand:

"Yekparçeyiya axa Sûriyeyê û serweriya wê ya niştimanî ji bo me xala jêneveger e.

Sîstemeke beşdar û nûnertiyeke dadmend ku hemû aliyan li xwe bigire, garantiya herêma me ye."

"Sûriye ya Sûriyeyiyan e"

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê destnîşan kir ku divê di Sûriyeya nû de ti nasname neyên biçûkxistin û anî zimên:

"Bêyî cudahî di navbera Kurd, Ereb û Tirkan de, divê cihê rûmetdar û ewle yê her welatiyekî Sûriyeyê di sîstema siyasî de were dabînkirin.

Parçebûn û hêzên wekaletê aramiyê nayînin. Sûriyeyeke di nav yekîtiyê de, ji bo hemû welatên herêmê û Tirkiyeyê jî garantiya ewlehiyê ye."

Kurtulmuş diyar kir ku çavê Tirkiyeyê ne li axa kesî ye û got:

“Sûriye ya Sûriyeyiyan e. Eger Sûriye bi dadmendî rabe ser piyan, dê hemû dostên me yên li herêmê qezenc bikin.”

Bandora li ser pêvajoya

Numan Kurtulmuş amaje bi bandorên bipêşketinên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên li ser pêvajoya çareseriyê jî da û wiha pê de çû:

"Gavên ji bo yekbûna Sûriyeyê, armanca me ya 'Tirkiyeya bêteror' jî bihêztir dike.

Li Tirkiyeya bêteror dê li her du aliyên sînorê me aramî zêde bibe û torên tarî yên emperyal ên ku herêmê dikişînin nav xwe, bên hilweşandin.

Ev îradeya ku me di vê rêyê de diyar kiriye, dê bêguman bigihije serkeftinê."

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku Tirkiye amade ye di warê avakirina welat, bihêzkirina saziyan, ewlehiya sînoran û “têkoşîna dijî terorê” de her cure piştgiriyê bide Sûriyeyê û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

"Em dê bi piştgirîkirina yekîtî û entegrasyona li Sûriyeyê, bangawaziya xwe ya ji bo aqilekî siyasî yê berfireh berdewam bikin.

Em dê berpirsyariya xwe ya rêberiya demokratîk û hêsankariyê bi biryardarî bi cih bînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst