Erdogan li Amedê çi got?

27-03-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Amed Hilbijartin CHP DEM Partî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Amedê beşdarî mîtînga berbijêrên Amedê yên AK Partiyê bû û gotarek pêşkeş kir.

Erdogan di gotara xwe de îdia kir ku di navbera CHP û DEM Partiyê de tifaqek heye û rexne girtin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya bangeşeyên hilbijartinên şaredariyan de li Qada Stasyonê ya Amedê mîtîngek kir.

Erdogan rexneyên tund li CHP û DEM Partiyê kirin û behsa veberhênanên di dema desthilata AK Partiyê de li Amedê hatine kirin anî ziman.

Herwiha ji bo ku berbijêrê Amedê yê AK Partiyê Halîs Bilden bibe şaredar ji xelkê daxwaza dengan kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

“Yên ku ji reformên me ne razî ne û tevliheviyê çêdikin li hemberî gotinên faşîzane û cihêkarî tê de ne û li hemberî axaftinên nijadperest ên CHPyê wekî pisîka ku şîr rijandibe bêdeng dimînin.”

Ji ber ku demeke dirêj e destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê di rojevê de ye hêvî û bendewariyên civaka sivîl û siyaseta Kurd ew bû ku Erdogan li Amedê li ser pêvajoya nû mizgîniyan ragihîne.

Li hemberî bendewariyên ku di rojeva civakê de ne Erdogan diyar kir ku ji bilî ew ên ku mesafeyê naxin navbera xwe û rêxistinên terorî ew dikarin bi her kesî re rûnin û her pirsgirêkê gotûbêj bikin.

“Deriyê me girtî ye”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Li vî welatî ji bo aramiya 85 milyon welatiyan heger tiştek were kirin divê demildest were kirin.

Tirkiyeyê 40 sal in bi terorê berdêl da. Êdî 40 salên din tehemula me nîne.

Êdî ne tene ji hêla ewlehiyê ve, ew dem e ku em welatê xwe bi giştî û bi hemû aliyan ji vî barî xilas bikin.

Ji bo vê jî ji bilî yên ku benên wan di destên hinekan de ne û yên ji bo berjewendiya xwe winda kirine ne tê de bi herkesi re em dê rûnin gotûbêjan bikin.

Birayên min helbet em bi her kesî re dikarin her tiştekî biaxivin lê deriyê me ji terorîstan re jî yên di bin siya rêxistina terorî de siyaset dikin re girtî ye.”

Erdogan piştî gotara xwe ji bo beşdariya mîtînga AK Partiyê ya Êlihê çû wî bajarî.

Welatiyekê got, “Ji me re her tişt got. Yanî ji bo me Înşalah dê her tişt xweş bibe.”

Welatiyekî din ê ku tevlî mîtîngê bûbû anî ziman, “Berê dînê me, diyaneta me, rojiya me, nimêja me piştre jî xizmet helbet.”

Welatiyeke din jî da zanîn:

“Em dê berê karê wî biqedinin piştre jî ew dê karê me biqedîne. Ew pişta xwe bide me, em qebûl nakin.”

Li gorî şirovekarên siyasî ji ber ku êdî fetloka dawî ya hilbijartinan e Erdogan bi zanebûnî behsa pêvajoya çareseriyê nake.

Ew dibêjin li gorî agahiyên ku ji kûlîsên Enqereyê tên jî piştî 1ê Nîsanê li gorî encamên hilbijartinan desthilata AK Partiyê dê rêyeke nû bide ber xwe û careke din pêvajoya aştiyê bide destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst