‘Tê gotin ku dê Demîrtaş hemleyeke surprîz bike’

27-03-2024
Reha Ruhavîoglu û Leyla Zana / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Reha Ruhavîoglu û Leyla Zana / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Reha Ruhavîoglu Hilbijartin DEM Partî Selahattîn Demîrtaş Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Reha Ruhavîoglu got, “Tê gotin ku dê Selahattîn Demîrtaş hemleyeke surprîz bike.”

Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavîoglu, li Amedê bû mêhvanê Bultena Bakur a ku pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, di çarçoveya propangandeya hilbijartinên 31ê Adarê de îro li Amedê bû.

Erdogan li Amedê gotibû “Em amade ne bi her kesî re her tiştî biaxivin.”

Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavîoglu da zanîn ku wî hêviyeke mezin ji gotinên Erdogan nedikir.

“Bila zanibe ku Kurd hîn bi hêz in”

Reha Ruhavîoglu li ser senaryoya “DEM Partî dê li Stenbolê namzedekî bihêz nîşan bide, dê bi CHPyê bide windakirin û dê qeyûm neyên tayînkirin” got:

“DEM Partiyê gelek peyam dan lê Erdogan guh neda van peyaman.

Ev seneryo bi ya Erdogan nemeşiya.

Piştî ku Erdogan ev sinyalên DEMê wernegirtin hêviya DEMê jê nema û wan jî got, ‘Madem bi me re nayê ser maseyê, madem em li hev nakin bila dîsa têk biçe, bila zanibe ku Kurd hîn bi hêz in.’

Wan dixwest hêza xwe li aliyê Erdogan bi kar bînin û ji bo Kurdan tiştekî jê derxin lê piştî ku Erdogan bersiv neda sinyalan wan jî namzedek derxist ku ne gelekî lawaz e lê ne bi qasî Başak Demîrtaşê jî bi hêz e.”

“Ekrem Îmamoglu dê dîsa bi ser bikeve”

Reha Ruhavîoglu anî zimên ku Başak Demîrtaş bibûna namzed û Selahattîn Demîrtaş piştigirî bidayê dê niha li Stenbolê Namzedê AK Partiyê Murat Kurum li pêş bûna û got:

“DEMê hewl da ku bi hikûmetê re vê lihevhatinê bike lê hikûmetê bersiv neda û wan jî rêyeke din girt.

Heke di van çar rojan de surprîzek çênebe Ekrem Îmamoglu dê dîsa bi ser bikeve.”

“Tê gotin ku dê Selahattîn Demîrtaş hemleyeke surprîz bike”

Reha Ruhavîoglu hevoka Erdogan a bi şiklê “Em amade ne bi her kesî re her tiştî biaxivin” wiha şîrova kir:

“DEM Partî û Erdogan hevdû baştir nas dikin. Pêvajoyek li meydanan dest pê nake.

Ev pêvajo di nava heyetan de dimeşe.

Dema DEMê got ‘Em hazir in bi Erdogan re li hev bikin’ divê heyetek biçûna ev kar bikira.

Baweriya wan (a Erdogan û DEM Partiyê) bi hev nemaye.

Tê gotin ku dê Selahattîn Demîrtaş hemleyeke surprîz bike. Eger ew nebe îhtimal nemaye ku îro sibe li hev bikin.”

“Min tevlîheviyeke ewqasî mezin nedîtiye”

Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavîoglu diyar kir ku di nava DEM Partiyê de tevlîheviyeke mezin heye û pê de çû:

“Min heta niha di nava hereketa Kurd a sivîl de, di nava hereketa DEM Partiyê de tevlîheviyeke ewqasî mezin nedîtiye.

Ahmet Turk dibêje, ‘Erdogan dê bi ser bikeve.’

Leyla Zana bang dike dibêje, ‘Li dora namzedê xwe bicivin.’ Em dizanin ev tê çi wateyê.

Lê li aliyê din, revebirên partiyê derdikevin û dibêjin ku ew bi Erdogan re pêvajoyekê nakin.

Ev, nîşan dide ku tevlîheviyeke hişmendî di nava partiyê bixwe de jî heye.

Hinek dixwazin jestekê ji Erdogan re bikin lê hinek jî dibêjin ku bawer nakin Erdogan dest bi pêvajoyeke bike.”

Reha Ruhavîoglu got ku vê carê coşa hilbijartinê kêm e û gotinên partiyan jî ne xurt in.

Ruhavîoglu anî zimên ku “Berê her kesî li Stenbolê ye” û hêviya dengderên DEM Partiyê şikestiye û hêviya xelkê nîne ku sîstema qeyûman qediyaye.

DEM Partiyê îsal li gelek deveran namzedên xwe bi rêya pêşhilbijartinan diyar kiribûn.

“Dê rayên DEMê dakevin”

Reha Ruhavîoglu diyar kir ku ev pêvajo jî bi problem bû û got:

“Coşa namzedan qîm nekiriye ku xelkê zêdetir bibe sindoqan.

Li Amedê û li herêmê bi giştî jî ji çar kesan kesek dibêje ku naçe ser sindoqan.

Ji ber vê yekê jî dê rayên DEMê hinekî din dakevin.”

Reha Ruhavîoglu li ser pirsa “Gelo dê Leyla Zana bandorekê bike?” jî got:

“Cihê ku diçe bandorê dike lê ne mîna berê ye jî.

Bandora aktorên mîna Leyla Zanayê heye lê dema Leyla Zana diçe Silîvayê (Farqîn) bandora wê li ser Rihayê nabe, divê biçe wir jî.

Bandora aktorên mîna Leyla Zanayê di demên wekî pavajoya aştiyê de zêde ye lê niha ne demeke wisa ye jî.

Dema xelk Leyla Zanayê dibîne kêfxweş dibe lê em nikarin bibêjin ku dê Leyla Zana li Bakur rêjeya dengan ji 75an derxe 80yî.”

“Îhtimaleke mezin e ku qeyûm dîsa werin”

Reha Ruhavîoglu pirsa “Egere ku qeyûm werin hîn jî zêde ye?” wiha bersivand:

“Li gorî min, îhtimaleke mezin e ku qeyûm dîsa werin.

Eger qeyûm neyên ev surprîz e û surprîza Erdogan e.

Erdogan bi vê hemleyê (hemleya qeyûman) siyasetê DEMê lawaztir kiriye.

Di navbera şaredariyan, partiyê û gel dê têkilî qut kirine.

Ji ber vê yekê jî xuya dike ku Erdogan dixwaze vê bidomîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst