Mikaîl Bulbul: Li bajarên Kurd û Tirk bi hev re dijiyan zimanê bazarê Kurdî bû

27-04-2020
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Mikaîl Bulbul bû mêvana bernamye “Suhbeta li Hewşê” ya Rûdawê
Mikaîl Bulbul bû mêvana bernamye “Suhbeta li Hewşê” ya Rûdawê
Nîşan Suhbeta li Hewşê Mikaîl Bulbul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Weqfa Mezopotamyayê Mikaîl Bulbul ragihand ku li gor raporeke yekem serokwezîrê Komara Tirkiyê Îsmet Paşa, li bajarên Kurd û Tirk bi hev re dijiyan zimanê bazarê di navbera Kurd û Tirkan de Kurdî bû.

Lêkolîner, nivîskar û zimannasê Kurd Mikaîl Bulbul bû mêvana bernamye “Suhbeta li Hewşê” ya Rûdawê û derbarê rewş û çanda Kurdî axivî.

Mikaîl Bulbul amaje kir ku ziman ne tenê amûreke peywendiyê ye, lê ziman şexsiyeta mirov jî ava dike û got: “Kurdî ji aliyê akademîk ve her çend diçe bihêz bibe jî, lê ji aliyê axavtinê ve roj bi roj lawaz dibe. Li Bakurê ji aliyê ziman ve gelek tehdayî hate kirin ne weke Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ye. Kurdî derb xwariye. Bajarveniyê jî bandor li  Tirkiyê kiriye. Kurdiya Şirnex û Colemêrgê ji ya Amedê paqijtir maye.”

Bulbul da zanîn ku Îsmet Înonu di raportekê xwe dibêje li bajarê Mereş, Meletî, Sêwaz û bajarên derdora Feratê Kurd û Tirk bi hev re dijiyan lê zimanê bajarê yê di navbera Kurd û Tirkan de Kurdî bûye û ji sedî 80 Tirkan jî bi Kurdî diaxivî.

Bulbul herwiha da zanîn ku hêj destpêka avakirina Komariya Tirkiyê plan û polîtikayên asimilasyona li dijî Kurdan hatine amadekirin.

Mikaîl Bulbul kî ye?

Di sala 1978an de li gundê Curnikê yê Mêrdînê çê bûye. Li Zanîngeha Çukurovayê Beşa Mamostetiya Gruba Felsefeyê qedandîye. Mastera xwe li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê kiriye.

Di sala 2002an de li gel 12 kesan bi hinceta xebatên li ser zimanê kurdî hatiye desteserkirin û di encamê de demekê li Girtîgeha Mêrdînê zindanî bûye.

Ji sala 2012an heta 2017an di Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê de weke mamoste xebitî û li ser rêzimana kurmancî dersan pêşkêş kir. Paşê di 2017an de bi biryarnameyên hukmê qanûnan de ji kar hate derxistin. Bulbul li Zanîngeha Zaxoyê li ser sentaksa Kurmancî doktora kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst