BEDLÎS - Li dijî PKKyê operasyon: Teqîn çêbûn

27-04-2025
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Operasyon PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Hîzan û Tetwanê yên parêzgeha Bêdlîsê ya Bakurê Kurdistanê, li dijî gerîlayên PKKyê operasyona leşkerî hat destpêkirin.

Artêşa Tirkiyê tevî pêvajoya çareseriyê û ragihandina agirbestê ya ji aliyê PKKyê ve operasyonan li Bakur û Başûrê Kurdistanê berdewam dike.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê îro li gelek herêmên bejahî yên navçeyên Tetwan û Hîzanê yên Bedlîsê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.

Di çarçoveya operasyonê de li zozanên li sînorên gundê Şênê yê navçeya Hîzanê çûn û hatin hatiye qedexekirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, di dema operasyonên li zozanên Lerzek, Mihîr, Birîsor û Karasuyê yên li gundê Şênê de teqîn çêbûn û li herêmê tevgereke zêde ya leşkerî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst