Li Xarpêtê bi hêza 4,9 pileyan erdhej çêbû

27-04-2025
RÛDAW
Nîşan Xartpêt Erdhej Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xûxê ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê îşev bi hêza 4,9 pileyan erdhej çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Xûxê ya Xarpêtê saet 21:09an erdhejek çêbû.

Hat diyarkirin ku navenda erdhejê navçeya Xûxê ye û mezinahiya wê 4,9 pile ye.

AFADê daxuyand ku erdhej di kûrahiya 11,31 kîlometreyî de pêk hatiye.

Parêzgarê Xarpêtê Numan Hatîpoglu ji ser ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku piştî erdhejê ti zerer nehatiye tomarkirin û ti kesî xetên AFAD û 112yê re ti agahî neşandiye.

Numan Hatîpoglu got, "Xwedê qebûl bike Xarpêt. Heta niha ti rewşeke neyînî nehatiye ragihandin.

Bila Xwedê welatê me ji her cûre karesatan biparêze. Hemû tîmên me bandorên erdhejê yên li bajarê me ji nêz ve dişopînin."

Hat zanîn ku erdhej li bajarên din ê Bakurê Kurdistanê jî hatiye hîskirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst