Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di êrişeke bi “çekên kîmyayî û teqemeniyên qedexe” ya artêşa Tirkiyeyê de 2 gerîlayên wan canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ku baskê serbazî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye îro bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê 11ê Nîsanê li devera Zapê bi “çekên kîmyayî û teqemeniyên qedexe” êrişî hêzên wan ên di tunelekê de kiriye.
HPGyê eşkere kir ku di êrişa Tirkiyeyê de 2 gerîlayên wan ên bi navên Besê û Mîtra canê xwe ji dest daye û da zanîn ku dê hûrgiliyên berfireh ên nasnameyên wan piştre werin ragihandin.
HPGyê bi bîr xist ku wan ji 1ê Adarê ve di çarçoveya banga 27ê Sibatê ya Abdullah Ocalan de agirbest ragihandiye lê tevî vê yekê Tirkiye ji hewa û bejahiyê di êrişên xwe yên li dijî hêzên wan de berdewam e û got:
“Bi taybetî dema dawî bi çekên kîmyayî û teqemeniyên qedexekirî êrişên xwe yên li ser tunel û çeperên me zêde kirine.”
2 caran bi balafirên şer bombebaran kir
HPGyê diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê 24 û 26ê Nîsanê jî li herêmên Zap û Amêdiyê 2 caran bi “teqemeniyên qedexe” tunelên wan bombebaran kirine.
HPGyê her wiha destnîşan kir ku 24 û 25ê Nîsanê qadên wan ên li rojavayê Zapê 2 caran bi balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê hatine bombebarankirin.
Bi gotina HPGyê di navbera 24-25ê Nîsanê de jî li deverên Xakurk, Gare, Metîna û Zapê qadên wan bi giştî hezar û 164 caran bi çekên giran, top û obusan hatine bombebarankirin.
HPGyê ragihand ku hêzên wan 23yê Nîsanê li Zapê rastî leşkerên Tirkiyeyê hatine ku hewl dida êrişî çeper û tunelên wan bikin.
Her wiha wan 25ê Nîsanê jî bi çekên nîvotomatîk êrişî makîneyên kar kiriye ku hewl didan tunel û çeperên wan hilweşînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse