Malbata Kurd dixwaze cezayê îdamê yê kurê wan bê betalkirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nasir Bekirzade Girtiyê Kurd Îdam Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Nasir Bekirzade bangî civaka navneteweyî kir û xwest ku bi hawara kurê wan ve biçe da ku neyê îdamkirin.

Bavê girtiyê siyasî yê Kurd Mensûr Bekirzade îro daxuyaniyek da.

Mensûr Bekirzade daxwaz ji kesayetên olî û rêxistinên mafên mirovan kir ku rê li ber bicihanîna cezayê bidarvekirinê yê kurê wî bigirin.

"Kurê min bêguneh e"

Nasir Bekirzadeyê Kurd 26 salî ye û ev sê sal in di girtîgehê de ye.

Ew bi hinceta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" tê girtin.

Mensûr Bekirzade diyar kir ku kurê wî bêguneh e û anî zimên ku cezayê bidarvekirinê tenê "ji ber şerê van demên dawiyê" hatiye pesendkirin.

Mensûr Bekirzade da zanîn ku berê du caran cezayê bidarvekirinê li kurê wî hatibû birîn lê ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû betalkirin.

Tevî vê yekê jî, heman şaxa dadgehê ya ku destpêkê ceza dabûyê, ji bo cara sêyem cezayê bidarvekirinê yê Nasir pesend kiriye.

Cezayê dawî jê re hat ragihandin

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) Çiriya Pêşîn a 2024an daxuyaniyek dabû.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de behsa Nasir Bekirzade kiribû û dabû zanîn ku ew û 4 welatiyên din ên Kurd bi hinceta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" hatine desteserkirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, Nasir Bekirzade 25ê Nîsana 2026an birine Ofîsa bicihanîna Cezayan a Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê.

Li vê derê cezayê dawî yê bidarvekirinê bi awayekî fermî jê re hatiye ragihandin ku ev ceza ji aliyê Şaxa 39emîn a Dîwana Bilind a welêt ve hatiye derxistin.

Divê were gotin ku berê jî Şaxa 2yemîn a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê bi hinceta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" cezayê bidarvekirinê li Nasir Bekirzade birîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst