Nêçîrvan Barzanî û Abraham Hamadeh bi telefonê axivîn

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Abraham Hamadeh Amerîka Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hamadeh bi telefonê axivîn.

Di pêwendiya telefonî de bipêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan li ser bandor û encamên rewşa heyî ya herêmê û bi taybetî bandora wê ya li ser Îraq û Herêma Kurdistanê nêrînên xwe anîn zimên.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de "Tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştgiriya Kongreyê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê ya di warên cuda de hat kirin."

Rola Herêma Kurdistanê

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku rola Herêma Kurdistanê ya di parastina aramî û seqamgiriyê de mijareke din a vê pêwendiyê bû.

Her wiha rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên bi welatên cîran re û çend mijarên din ên hevbeş jî hatin nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst