Li Kerkûkê banê avahiyekê herifî: Mirî û birîndar hene

1 demjimêr berê
RÛDAW
Dîmenê wê avahiya ku herifiye\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dîmenê wê avahiya ku herifiye\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Amir Nûrî Mirina Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê banê avahiyeke ku dihat çêkirin bi ser karkeran de herifî.

Li gorî agahiyên polîsan, di encama vê bûyerê de karkerek miriye û 6 karkerên din jî birîndar bûne.

10 karker di bin de man

Berdevkê Birêvebiriya Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî li ser vê karesatê ji Rûdawê şitexilî.

Amir Nûrî got, "Dema ku banê avahiyê herifî, herî kêm 10 karker di bin de bûn."

Berdevkê Birêvebiriya Polîsê Kerkûkê eşkere kir ku tîman 6 kes bi birîndarî rizgar kirine û ew gihandine nexweşxaneyê.

Wî her wiha da zanîn ku di bûyerê de karkerek miriye.

Xebatên lêgerînê didomin

Amir Nûrî diyar kir ku tîmên wan hîn li cihê bûyerê mijûlî lêgerînê ne da ku heke kesên din di bin de mabin wan rizgar bikin.

Termê karkerê ku miribû  ji bo tipa dadî hat şandin.

Karkerên birîndar jî niha li nexweşxaneya hewarçûnê di bin tedawiyê de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst