Artêşa Tirkiyê Zinarê Kêste topbaran dike

27-05-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê îro careke din dest bi êrişên xwe yên li navçeya Zinarê Kêste û bajarokê Kanî Masê kiriye û navçeyê topbaran dike.

Peyamnêrê Rûdawê li navçeyê, Nayif Remezan ragihand, artêşa Tirkiyê îro danê nîvro dest bi topbarankirina Zinarê Kêste û derdora gundê Hirûrê kiriye.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, artêşa Tirkiyê herwiha ji şeva bihorî ve jî bi awayekî dijwar Zinarê Kêste û derdora gundên Kêste, Çelkê û Hirûrê topbaran û bombebaran dike.

Ji ber topbarana Tirkiyê bo ser navçeyê, şewatek mezin li navçeyê çêbûye.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, şewata li navçeyê ku di encama topbarana Tirkiyê de derketiye, her ku diçe berfirehtir dibe û ber bi gundên Kêste û Çelkê ya Krîstiyanan ve diçe. Herwiha li pişt gundê Qumriyê jî ji ber topbaranê şewat derketiye.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, ew çend roj in li derdora gundê Qumrî û bi taybet li Geliyê Gumrî şerekî tund di navbera PKKê û hêzên Tirkiyê de berdewam e.

Rêvîng Hirûrî, Serokê Komîteya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê ku bi xwe xelkê gundê Hirûrê ye, têkildarî metirsiyên ku piştî valakirina herdu gundên Kêste û Çelkê li ser wê navçeyê çêbûne, ji Rûdawê re ragihand: “Metirsî li ser tevahiya navçeyê heye, ku di rastiyê de şerekî zordarî ye, şerê navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê roj li pey roj ber bi xwarê ve tê û şer tînin nav xelkê. Metirsiya herî mezin jî li ser jîngeha wî welatî ye ku hemû hat têkdan, ku jiyana xelkê navçeyê li ser wan daristan û pûş û giyayî ye ku li navçeyê heye, wate jêrxana aborî ya wî xelkî hatiye jinavbirin.”

Rêvîng Hirûrê dibêje: “Bi rêya Rûdawê dixwazim him aliyên têkildar ên Hikûemta Herêma Kurdistanê agahdar bikim û him jî Tirkiyê û ew çeteyên ku li gel leşkerên Tirkiyê ne, cihên ku ew diçin û rêyan çê dikin, dema ku wan rêyan çê dikin, darên wan navçeyan dibirin, ku hin dar hene temenê wan bi sedan salî ne, niha dest bi birîna wan daran kirine bi rêya kompaniyên ku li gel wan in. Daristanên me, metirsiyeke mezin ketiye ser wan.”

Berdewamiya êrişên Tirkiyê bo ser navçeyên sînorî û gundên Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku duh Çarşemê di encama topbaranên artêşa Tirkiyê de 2 kes birîndar bûn ku birayên hev in. Herwiha duh gundekî din jî li sînorê Kanî Masê hat valakirin.

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê de daye destpêkirin. Ji destpêka wê operasyonê ve heta niha, ji ber êrişên Tirkiyê sê gund li sînorê bajarokê Kanî Masê li parêzgeha Duhokê hatine valakirin û di nava 3 rojan de 3 kes jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Sêla di hembêza bavê xwe de ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

TAYBET - Sêwî û koçber: Sêla 5 mehî ye, çekdaran dêya wê kuştiye û mala wê nîne

Carinan mirov di 5 mehiya xwe de sêwîbûn û koçberiyê bi hev re nas dike, nexasim heke ew mirov Kurd be ev dibe rewşeke ne gelekî ecêb