Pêşkêşkarê Rûdawê, Dilêr Têlî bi nexweşiya penceşêrê ketiye, lê belê ew dibêje, bi bihêzî û wek Çiyayê Gare li hember nexweşiyê sekiniye.
Hewlêr (Rûdaw) – Pêşkêşkarê Rûdawê, Dilêr Têlî bi nexweşiya penceşêrê ketiye, lê belê ew dibêje, bi bihêzî û wek Çiyayê Gare li hember nexweşiyê sekiniye û nexweşî nikare bi ser wî de zal bibe. Dilêr Têlî herwiha soz dide bînerên Rûdawê, ku di 1ê Cotmeha îsal de, di Festîvala Fîlman a Silêmaniyê de amade bibe û li ser mafûrê sûr rûmala festival bike.
Strêkê ekrana Rûdaw TVyê, Dilêr Têlî di gurçika xwe de tûşî penceşêrê bûye û girêyeke penceşêrê li ser gurçika wî derketiye. Heta niha 2 car neştergerî jê re hatiye kirin û li gor rênimayiyên pizîşkan, divê di navbera 6 mehan de, du heftiyan carekê derziyekî kîmyayî li xwe bide.
Di roja 2ê Tîrmeha 2019an de û dema ku bernameya Nûroj pêşkêş dikir, Dilêr di gurçika xwe de hest bi êşeke gelek zêde kiribû, lê belê li ser ekranê ew yek dernexistibû û piştî bidawîbûna bernameyê, yekser diçe odeya makyacê û li wir ji hevkarên xwe re dibêje, ku gelek aciz e û di gurçika xwe de hest bi êşeke zêde dike.
Piştî wê haydarkirinê, Dilêr demildest bo nexweşxaneyê tê rakirin û roja 4ê Tîrmehê li Duhokê neştergerî jê re tê kirin. Piştre derket holê ku Dilêr bi nexweşiya penceşêrê ya ji corekî degmen ketiye, ku jê re tê gotin, Eving Sarkoma li seranserî cîhanê kêmtir ji 50 kes bi wê cora penceşêrê ketine.
Dilêr dibêje, rast e ku ew niha bi penceşêrê ketiye, lê ew xwe gelek ji vê nexweşiyê bihêztir dibîne û soz daye ku dê bi ser nexweşiyê de biserkeve û bibe sembola teslîmnebûnê û serkeftina bi ser penceşêrê de.
Dilêr Têlî derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand: “Corê penceşêra ku ez pê ketime, gelek degmen e li cîhanê û li ser gurçika min peyda bûye. Ya baş ev e ku min zû zanî, niha min dest bi çareseriya kîmyayî kiriye, ku min zanî, li cem min ji destpêkê ve tiştekî asayî bû û gelek bihêz bûm, û niha bi hevkariya hevjîn û malbata xwe û hevalên xwe yên li Rûdawê û hevalên din, ez ji wê nexweşiyê gelek bihêztirim. Niha ku dibînin, xelkê Kurdistanê li gel min in, ez gelek gelek bihêztirim, spasiya hemûyan dikim û soz didim, di zûtirîn dem de vegerim ser ekrana Rûdawê. Li benda min bin.”
Pizîşk, vê cora penceşêrê bi coreke gelek degmen bi nav dikin ku li hemû cîhanê kêmtir ji 50 haletên vê nexweşiyê hatine tomarkirin.
Rêveberê Dêska Tendirustiya Rûdawê, Dr. Aras Biradostî dibêje: “Penceşêr bi giştî nexweşiyeke bêdeng û tirsinok e, lê belê gelek dijwar, nehez û kirêt e, ev coreya ku kek Dilêr pê ketiye, nexweşiyeke degmen e. Hejmareke pir kêm nexweşên wisa li dunyayê hatine tomarkirin, lê belê nexweşiyeke tundajo ye ku zû pêş dikeve.”
Dr. Aras Biradostî herwiha dibêje: “Nûçeya xweş ev e ku ev nexweşî nizane di laşê çi pehlewanekî de ye. Em hemû Dilêr nas dikin, bi rastî ew bihêzî û rihê bihêz ê Dilêr heye, dê di rûbirûbûna nexweşiyê û serkeftina bi ser de, gelek alîkariya wî bike. Ez li benda vê yekê me, ku di paşerojeke kurt û nêzîk de, em serkeftina Dilêr bi ser vê nexweşiyê de bibînin.”
Dilêr Têlî di sala 1986an de li Duhokê ji dayik bûye û ji destpêka weşana Rûdaw TVyê di 29ê Gulana 2013 de weke pêşkêşkar dixebite.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse