Rewşa tenduristiyê ya Selîm Sadak giran bû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Selîm Sadak Siyasetmedar Kurd Penceşêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadakê ku tedawiya penceşêrê dibîne, ji ber ku rewşa tenduristiya wî giran bû, înê bi şev rakirin nexweşxaneyê.

Parlamenterê berê yê DEPê û Şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadak, demeke dirêj e li bajarê Heilbronnê yê Almanyayê ji ber penceşêrê tê tedawîkirin.

Roja înê bi şev piştî ku rewşa wî giran bû, ew bilez rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî zanyariyan, tedawiya Sadakê 71 salî di beşa çavdêriya hûr de didome.

Di daxuyaniya ku ji aliyê bijîşkan ve hat dayîn de hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya Sadak metirsîdar e û ew ji nêzîk ve tê şopandin.

Rayedarên nexweşxaneyê dan zanîn ku proseya dermankirinê bi hûrgilî didome.

Piştî belavbûna nûçeya rakirina wî ya nexweşxaneyê, malbat, xizm û hezkiriyên wî berê xwe da nexweşxaneyê.

Selîm Sadak kî ye?

Selîm Sadak sala 1954an li gundê Bafê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê ji dayîk bûye.

Piştî ku perwerdeya seretayî û navendî li Hezexê temam kir, Beşa Matematîkê ya Fakulteya Perwerdeyê ya Amedê temam kir.

Di demên cuda de li Bakurê Kurdistanê mamostetî kir.

Di hilbijartinên giştî yên sala 1991ê de, bi lîsteyên Partiya Gel a Sosyal Demokrat (SHP) ku Partiya Kedê ya Gel (HEP) pê re tifaq kiribû, wekî parlamenterê serdema 19emîn ê Şirnexê yê Parlamentoya Tirkiyeyê hat hilbijartin.

Piştî ku HEP sala 1991ê hat girtin, derbasî Partiya Demokrasiyê (DEP) bû.

Sala 1994an li şûna Tirkî xwestina sondxwarina bi Kurdî ya li Parlamentoya Tirkiyeyê, 3yê Adara 1994an parêzbendiya wî hat rakirin.

Sadak li gel parlamenterên din ên DEPê Leyla Zana, Mahmut Alinak, Hatîp Dîcle, Orhan Dogan, Ahmet Turk, Sirri Sakik û Sedat Yurtdaş 17ê Adara 1994an hat girtin.

Hezîrana 2004an bi biryara Dadgeha Bilind (Yargitay) beraat kir.

Di damezirandina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de cih girt û wekî endamê desteya birêvebir xebitî.

Di hilbijartinên herêmî yên 29ê Adara 2009an de ji sedî 49,43yê dengan stand û wekî Şaredarê Sêrtê hat hilbijartin.

Sadak zewiciye û bavê 10 zarokan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst