EFRÎN - Navên gundên Kurdî bo Tirkî têne guhertin

27-11-2018
HUSÊN OMAR
Li Efrînê grûpên çekdar navê gundan diguherin
Li Efrînê grûpên çekdar navê gundan diguherin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Efrîn Tirkkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê dest bi guhertina navê gundên herêma Efrînê kirine û li şûna navên kurdî, navên Tirkî li gundan dikin.


Piştî prosesa erebkirina herêma Efrînê û guhertina demografiyaya wê, niha prosesa tirkkirina nav û sîmayên herêmê bilez dibe. Li devera Bilbilê, grûpên çekdar dest bi guhertina navên gundan kiriye û li şûna navên kurdî yên resen, navên Tirkî li wan tên kirin û li ser tabloyan tên nivîsandin.


Navê gundê Kotana, ser bi devera Bilbilê bi Zafer Obasî hatiye guhertin. Navê gundê Qestela Miqdêd, ser bi heman deverê, bi Selçuk Obasî hatiye guhertin.


Berê jî li nav bajarê Efrînê û deverên cuda yên herêmê, diyardeya Tirkkirinê berbiçav bûye û meydana sereke li naverasta bajarê Efrînê bi meydana Recep Tayyip Erdoğan hatiye binavkirin.


Meydaneke din a bajarê Efrînê bi navê meydana Çiqlê Zeytûnê hatiye binavkirin û alaya Tirkiyê li ser hatiye çêkirin.


Navê tevahiya sazî, dam û dezgehên rêveberî û xizmetguzariyê bi zimanê Tirkî hatine nivîsandin û heta devera pîşesaziyê li bajarê Efrînê bi zimanê Tirkî û alaya Tirkiyê hatiye xemilandin.


Li her dever û şûnekê li nav bajarê Efrînê û tevahiya herêmê alaya Tirkiyê hatiye bilindkirin.


Çi siyaseta erebkirinê be û çi jî ya tirkkirinê be, armanc guhertina nasnameya kurdî ya resen a herêma Çiyayê Kurmênc e, lê ne kiras û seroka reş û ne jî tu rengên din, ji bilî rengê kesk li bejna dara zeytûnê nayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst