Hewlêr (Rûdaw) - Serokên şaredariyên 3 bajarokên Mêrdîna Bakurê Kurdistanê yên HDPyî ku berê ji kar hatibûn dûrxistin Nalan Ozaydin, Gulistan Oncu û Mûlkiye Esmez hatin girtin.
Hevseroka Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevseroka Şaredariya Stewrê Gulistan Oncu û Hevseroka Şaredariya Dêrikê Mulkiye Esmez ku ji kar hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibûn danîn, hatin girtin.
Hevseroka Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevseroka Şaredariya Stewrê Gulistan Oncu û Hevseroka Şaredariya Dêrikê Mulkiye Esmez di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de 15ê Mijdarê hatibûn desteserkirin. 16ê Mijdarê jî qeymeqamên wan bajarokan wek qeyûm li şûna wan hatibûn danîn.
Piştî ku li dadgehê îfadeya Nalan Ozaydin, Gulistan Oncu û Mulkiye Esmez hat wergirtin, biryara girtina wan hat dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse