ROJAVA - Guherîna avhewayê bandor li nêçîra bazan kiriye

27-11-2025
RÛDAW
Teyrê baz / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Teyrê baz / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Nêçîr Teyrên Baz Guherîna Avhewayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Mihemed Ebas ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê guherîna avhewayê bandor li nêçîra bazan kiriye.

Li Rojavayê Kurdistanê demsala nêçîra teyrên baz didome ku meha îlonê dest pê kiribû.

Li herêmê gelek nêçîrvan hewl didin ku bi rêbazên berê bazan bigirin.

Yek ji wan jî Mihemed Ebas e ku wekî "Soro" tê naskirin.

Ji salên 80yî ve vî karî dike

Mihemed Ebasê ku temenê wî 70 sal derbas kiriye, ji salên 80yî ve mijûlî vî karî ye.

Ew û kurê xwe Yûnis, li herêmên di navbera Amûdê û Hisîçayê de ji bo girtina bazan digerin.

Dûrbîn ji bo wan amûreke sereke ye û wekî pirekê ye di navbera wan û armanca wan de.

Mihemed Ebas diyar kir ku nêçîr karekî bi sebir e, hedanê dixwaze û ew gelek caran destvala vedigerin.

“Guherîna avhewayê bandor kiriye”

Mihemed Ebas da zanîn ku hejmara bazan li gorî demên berê kêm bûye û yek ji sedeman jî guherîna avhewayê ye.

Li gorî gotina nêçîrvanê bi ezmûn, baz wekî berê ber bi devera wan ve nayên.

Nêçîra bazan ji aliyekî ve ji bo pêdiviyên aborî ye û ji aliyê din ve wekî parastina keleporê tê dîtin.

“Bihayê bazekî digihîje 50 hezar dolarî”

Nêçîrvan ji Dêrikê, Çola Şedadê û heta Til Hemîsê li dûv bazan digerin.

Yûnis ji bo ku bazan bixapîne êm diavêje pêşiya wan.

Piştî hewldaneke zêde, Mihemed û kurê wî karîn bazekî bigirin.

Tê pêşbînîkirin ku bihayê wî bazî di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst