Li Geverê 20 welatî ji ber ketina aşûtê asê man

28-01-2022
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Gever Colemêrg Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê ve, şeva bihorî aşût kete ser rê û ji ber ku rê hat girtin, zêdetirî 20 welatî asê man. Welatiyên asêmayî bi îmkanên xwe berfa li ser rê paqij kirin û rê vekirin.

Li hemû parêzgehên Bakurê Kurdistanê demsala zivistanê dijwar derbas dibe û metirsiyeke mezin li jiyana rojane dike.

Li gor agahiyên di medyaya civakî de hatine belavkirin, ji ber ku li herêma di navbera gundên Oremar û Şitazinê de aşût kete ser rê, nêzîkî 20 welatî asê man.

Tevî ku tîmên alîkariyê hatin agahdarkirin, kesek bi hewara wan neçûye û wan kesan bi derfetên xwe berfa rê paqij kirine.

Derbarê rewşa li navçeya Geverê de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sait Dede li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiriye û ragihandiye: “Li Geverê di karesata aşûtê de welatiyên asê mane bi derfetên xwe yên heyî dixwazin bighêjin kesên asê mayî û ji berpirsan ti daxuyaniyek tûne ye.”

Li gor agahiyan, li taxa Kadicelal a ser bi navçeya Xorasanê ya parêzgeha Erzorumê ve jî aşût ketiye û 2 welatî di jêr berfê de mane û piştî kar û xebata tîmên Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) termê wan hatiye dîtin.

Pêla berfbarînê ku Bakurê Kurdistanê lixwe girtiye di her warî de bandoreke nerênî li ser jiyana rojane ya welatiyan dike. Li hinek parêzgehan bilindahiya berfê dighêje zêdeyî metreyekê  û aliyên peywendîdar ji ber metirsiya aşûtan li cihên kendal û çiyayî yên navçeyê berdewam hişyariyê didin welatiyan ku serdana wan cihan nekin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst