Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hate kuştin

28-01-2024
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kolber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana leşkerên Îranê de kolberek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên xwecihî doh êvarê li navçeya Bestamiyê ya Seqizê nobedarên sînorî yên Îranê gule li kolberan reşandin.

Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Mensûr Mihemednecadê 45 salî yê ji Seqizê canê xwe ji dest da.

Herwiha li navçeya Newsûdê ya parêzgeha Kirmaşanê jî doh nobedarên sînorî yên Îranî gule li kolberan reşandin.

Di gulebaranê de kolberê bi navê Peyman Mihemedî birîndar bû.

Li gorî zanyariyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di sala 2023yan de li parêzgehên Sine, Kirmaşan û Urmiyeyê herî kêm 29 kolber hatine kuştin û 228 kolber jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst