Li Meletiyê termê kesekî ji bin kavilan hat derxistin

28-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê kar û xebatên tîmên lêgerînê yên li nav kavilên avahiyên ku di erdheja 27ê Sibatê ya bi hêza 5,6 pile de herifîne berdewam in û termê kesekî 29 salî ji bin kavilan hat derxistin.

Li navçeya Meletiya Kevin ser bi parêzgeha Meletî kar û xebatên lêgerînê yên tîmên hawarçûnê li nav avahiya Buhara ku di erdheja 27ê Sibatê de herifî bû berdewam in.

Îro 28ê Sibatê termê kesekî bi navê Bedih Kiş ê 29 salî ji bin kavilê avahiyê hat derxistin.

Di erdheja Meletiyê ya 27ê Sibatê de hêjmara kesên canê xwe ji dest dane bû du kes û 110 kes jî birîndar bûne û heta niha gelek kes jî bi saxî ji bin kavilên avahiyan hatine derxistin.

Tê texmînkirin ku hê jî hinek kes dibin kavilan de mabin, lewra kar û xebatên lêgerînê li nav hinek avahiyên hilweşiyayî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst