Federasyona Jinan a Kurdistanê: Êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî binpêkirina xetên sor e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Êriş Federasyona Jinan a Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Jinan a Kurdistanê ya Diyasporayê, êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li parêzgeha Dihokê bi tundî şermezar kir.

Federasyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev kiryara wêranker ne tenê êrişeke li ser kesayetiyekî siyasî ye, di heman demê de hewldaneke bêencam a ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê û belavkirina aloziyan e.

“Êriş binpêkirina xetên sor e”

Federasyona Jinan a Kurdistanê ya Diyasporayê ragihand ku "Êrişkirina ser mala Serokê Herêmê yê ku her tim wekî parêzvanê aştî û yekîtiya niştimanî tê naskirin binpêkirina hemû xetên sor e."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev kiryar ji bo her ferdê Kurd ê li her derê cîhanê peyameke dijminane ye.

Federasyonê destnîşan kir ku "Ev êrişa derve nîşaneya binpêkirina eşkere ya hemû pîwer û yasayên navneteweyî yên derbarê serweriya Kurdistanê de ye."

Her wiha hat gotin ku "Divê neyar fêm bikin ku axa Kurdistanê ne qada ceribandina çekan û şerê hêzê ye.”

Banga ji bo yekîtiyê

Federasyona Jinan a Kurdistanê di vê dema hestiyar de bangî gelê Kurdistanê û hemû hêzên siyasî kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî.

Federasyonê xwest ku hemû alî li dora statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa bibin yek û diyar kir ku dubendiya navxwe rê li ber êrişên derve vedike.

“Em dê vî sûcî bigihînin navendên navneteweyî”

Di berdewamiya daxuyaniyê de bangî biryarderên cîhanî û saziyên navneteweyî hat kirin ku li hemberî van êrişan bêdeng nemînin.

Federasyonê hişyarî da ku "bêdengiya li hemberî êrişên bi vî rengî ewlehiya herêmî û navneteweyî dixe metirsiyê."

Federasyona Jinan a Kurdistanê ya Diyasporayê soz da ku ew dê vî sûcî wekî êrişeke li ser vîna neteweyekê bigihînin navendên navneteweyî û saziyên mafên mirovan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "statuya Herêma Kurdistanê û rûmeta serkirdayetiya wê, beşeke ji rûmeta her Kurdekî li diyaspora û niştimanê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst