PWKyê êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir: Ev dijminatiya miletê Kurd e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PWK Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kir.

Bi dronê êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hat kirin.

Buroya Çapemeniyê ya PWKyê derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir.

"Nîşaneya dijminatiya miletê Kurd e"

PWKyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev êriş li dijî îradeya rewa ya Herêma Kurdistanê û gelê Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de êrişa mûşekî ya Îranê ya 24ê Adarê jî hat bibîrxistin û hat gotin:

"Beriya niha Îranê êrişî Pêşmergeyên Kurdistanê kiribû û di encama wê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd bûbûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Vê carê jî êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê, nîşaneya bêtehemuliya li hemberî Herêma Kurdistanê ye.

Ev yek nîşaneya dijminatiya miletê Kurd e."

Banga li NY û Bexdayê

PWKyê da zanîn ku ew êrişên Îranê, yên komên girêdayî wê yên li Îraqê û hemû êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar dikin.

PWKyê bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Bexdayê kir ku ji bo rawestandina êrişên li ser Başûrê Kurdistanê helwesteke bibandor nîşan bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de peyama parastina destkeftiyan hat dayîn û hat destnîşankirin:

"Ti êriş û hêz nikarin rê li ber meşa azadî û serxwebûna Herêma Kurdistanê bigirin.

Ev herêm destkeftiyeke dîrokî û neteweyî ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdên cîhanê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst