Ji Îranê peyama ji bo Nêçîrvan Barzanî: Ev êrişeke terorîstî ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ebas Eraqçî Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi peyamekê êrişa bi dronê ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kir.

Eraqçî îdia kir ku Amerîka û Îsraîl êriş kiriye.

Wezareta Karên Derve ya Îranê peyama Ebas Eraqçî belav kir.

Ebas Eraqçî di peyama xwe de ev êriş wekî "êrişeke terorîstî" bi nav kir.

Wî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hêviya tenduristiyeke baş xwest.

"Hewldana nîfaq û dubendiyê"

Ebas Eraqçî, Amerîka û Îsraîl ji aloziya li herêmê berpirsyar dîtin û ev îdia anîn zimên:

"Dîrokeke dûdirêj a rejîma Siyonîst û Amerîkayê heye.

Ew di navbera welatên herêmê û cîranan de tovên nîfaqê diçînin û dubendiyê çêdikin.

Her wiha ew operasyonên 'alaya sexte' (false flag) dikin."

"Divê hesab bê pirsîn"

Eraqçî diyar kir ku nabe saziyên navneteweyî li hemberî van êrişan bêdeng bimînin û wiha pê de çû:

"Erkê hemû dewlet û rêxistinên navneteweyî heye.

Divê ew hesab ji rejîma Siyonîst û Amerîkayê bipirsin û wan ceza bikin.

Ji ber ku ew êrişî Îranê dikin û li Îraqê jî êrişên neqanûnî û terorîstî dikin."

Îro bi dronê êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hat kirin.

Vê êrişê li herêmê û li seranserê cîhanê dengekî mezin veda.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst