Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Îraqê, êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir û got, “Ev hewldanên pûç nikarin îradeya gelê Kurdistanê bi paş bixin”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş bi armanca têkdana aramiya Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Fraksiyona PDKyê ya li Parlamentoya Îraqê îro derbarê êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek da.
PDKyê tekez kir êrişa asmanî ya li ser mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê êrişeke nerewa û tirsonek e.
"Hewldanên pûç in"
Fraksiyona PDKyê destnîşan kir ku ev êriş beşek e ji wan zincîreêrişên dijminane yên ku bi armanca têkdana ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê tên kirin.
Her wiha hat diyarkirin ku armanca van êrişan ew e ku "tovê alozî û paşveçûnê" biçînin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku "ev hewldanên pûç û bêencam nikarin bandorê li îradeya gelê Kurdistanê bikin."
Fraksiyona PDKyê got, "Ev hewldanên nefsbiçûk nikarin îradeya gelê me ya ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bi paş bixin."
Di dawiya daxuyaniyê de, bangî saziyên peywendîdar û hêzên ewlehiyê hat kirin ku demildest dest bi lêkolînên hûr bikin, encamderên vê tawanê eşkere bikin û radestî dadgehê bikin da ku cezayê xwe yê yasayî wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse