Hewlêr (Rûdaw) - Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Îraqê û balyozxaneyên welatên endam ên YEyê, êrişa ku li bajarê Dihokê li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat kirin bi tundî şermezar kir.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Klemens Semtner di nameyeke fermî de ji bo Serokê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî zimên ku di êrişê de kes birîndar nebûye.
Semtner di nameya xwe de ragihand, Ev cure tundiya bêberpirsiyarane, metirsiya wê yekê heye ku rewşa hesas a li Îraqê û bi taybetî ya li Herêma Kurdistana Îraqê zêdetir aloz bike."
“Karekî tawanbarî ye û ti hincetên wê tunin”
Balyozê Yekîtiya Ewropayê tekez kir ku her êrişa li ser saziyên dewletê, nûnertiyên dîplomatîk û wan berpirsên ku nûnertiya Îraq û Herêma Kurdistanê dikin “karekî tawanbarî ye û ti hincetên wê tunin.”
Semtner her wiha daxwaz kir ku divê kirdarên vê êrişê di demeke herî nêzîk de werin girtin û radestî darazê werin kirin.
Banga ji bo çareseriya aştiyane
Kopiyeke wê nameyê ji Serokwezîrê Îraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî hatiye şandin,
Yekîtiya Ewropayê di nameyê de daxwaz ji hemû aliyan kir ku piştgiriyê bidin hewlên ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane ya li navxweyê Îraqê.
Her wiha di nameyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê her kes piştgiriya destpêşxeriya dîplomatîk bike da ku dawî li wî şerê mezin were ku niha tevahiya herêmê vegirtiye.
Li Dihokê sê êrişên dronî
Îro 3 êrişên dronî li ser bajarê Dihokê hatin kirin.
Yek ji wan êrişan saet 11:00ê berî nîvro li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hat kirin.
Êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî bû sedema bertekên berfireh û piraniya aliyan ev êriş wekî “alozbûneke metirsîdar” pênase kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse