Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek xalên lêşkerî hatin bombebarankirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva şemiyê saet ji 20:30î pê ve, li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê û parêzgehên Tehran, Xuzistan, Fars û Tebrîzê rêzeêrişên berfireh dest pê kir.

Tenê li Tehranê li zêdetirî 22 taxan dengê teqînan hat bihîstin.

Li Îlamê pergalên parastinê bûn hedef

Li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê dengê çar teqînan hat bihîstin.

Li gorî şahidan, li bakurê bajarê Îlamê li ser Çiyayê Şineçîrê pergala parastina asmanî hatiye hedefgirtin.

Medyaya Îranê ragihand ku li bajarên Tehran, Tebrîz, Şîraz û Heftkêlê dengên teqînan hatine bihîstin û pergala parastina asmanî hatiye aktîvkirin.

Alîkarê Parêzgarê Xuzistanê Welîullah Heyatî diyar kir ku di êrişên li ser bajarê Heftkêlê de çavkaniya avê ya bajêr hatiye hedefgirtin.

Li Tehranê ziyanên canî hene

Li piraniya herêmên Tehranê dengê teqînên bihêz hat bihîstin.

Bi taybetî li taxên wekî Hekîmiye, Seadetabad, Cenetabad, Ekbatan, Şehrekî Xerbi, Seyîdxendan, Tehranser, Fîrdews, Loyîzan, Pasdaran, Hêrowî, Mehelatî, Gîşa, Parçîn, Kohek, Fîrdewsî Xerbi, Meydana Hur, Xesrew Perwîz, Setarxan, Pîrozî û Mêhrabada Başûr dengên bilind derketin.

Medyaya Îranê daxuyand ku li taxên Mesûdiye û Xesrew Perwîzê yên Tehranê êrişî cihên niştecihbûnê yên sivîlan hatiye kirin û mirî û birîndar hene.

Navendên leşkerî yên girîng hatin lêdan

Hat diyarkirin ku herî zêde li nêzîkî tesîsên Parçînê yên li başûrê rojhilatê Tehranê û taxa Kohekê ya li rojavayê Tehranê balafir geriyane û dengê teqînan hatiye.

Tesîsên Parçînê ji bo Îranê komplekseke leşkerî-pîşesazî ya gelekî girîng e ku bi ser Wezareta Parastinê ve ye û 30 kîlometreyî dûrî Tehranê ye.

Her wiha li taxa Kohekê ya li rojavayê Tehranê Fermandariya Asmanî û Fezayî ya Supaya Pasdaran, Zanîngeha Aşûrayê ya Supaya Pasdaran, Serbazgeha Çîtgerê û Koleja Leşkerî ya Artêşê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst